Li 6 bajaran çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê

Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, dewam dikin.

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, Komuna Jinê ya Sara li navenda bajêr çalakiyek xeleka ji mirovan organîze kir. Di çalakiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin û ahte gotin, heta daxwazên çalakgeran bi cih werin anîn wê çalakiyên xwe bidomînin.

ISHØJ

Li bajarê Ishøjê yê Danîmarkayê, civîneke gel li ser tecrîdê hate lidarxistin. Siyasetmedar Hatîp Dîcle tevlî civînê bû.

Dîcle diyar kir, şaredariyên hatine desteserkirina di hilbijartinê de divê teqez bên wergirtin û got, "Her rabin roja duyemîn qeyûm tayîn bikin jî divê em bi ser bikevin û îradeya gelê xwe nîşan bidin."

Dîcle bal kişand ser berxwedanên greva birçîbûnê û got, rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û çalakgerên din krîtîk e.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, Kurdistanî bi pêşengiya Komîsyona Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li ber HBF'ê li hev civiyan û ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê mîtîngek li dar xistin.

Di mîtîngê de posterên Ocalan, Guven, dowîzên li ser grevên birçîbûnê hatin hildan û belavok hatin belavkirin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, bi pêşengiya jinên ciwan Kurdistaniyan tevî dostên xwe meş û mîtîngek li dar xistin.

Girseya gel piştî meşê xwe gihand ber mizgefta navendî ya DÎTÎP'ê û rewşeke aloz ji bo demeke kin rû da. Piştre mîtîng hate lidarxistin û çalakî bi dawî bû.

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûndê jî jin daketin qadan. Kurdistaniyên ji Dûîsbûrg û Essenê tevlî çalakiyê bûn, berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.

Di çalakiyê de bang li CPT û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku erka xwe rabin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê, greva birçîbûnê ya li Dergaha Elewiyan a Freîbûrgê greva birçîbûnê ya 3 rojan, di roja duyemîn de bi beşdariya çalakgerên nû dewam kir.

Komek ji jinan a ji Meclîsa Jinê ya Nûda ya Freîbûrgê serdana çalakgeran kir.