ROJEVA 4'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Siyasetmedar, nûnerên saziyan û hunermend jî di nav de gelek kesayetên navdar xwe amade dikin ku bi dirûşma "Em tecrîdê bikişînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin" ji Baselê heta Strasboûrgê bimeşin.

- Girtî û mehkûmên li Elmanyayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya ji grevên birçîbûnê re, dest bi çalakiyan kirin. Mehkûman ji bo sê rojan greva birçîbûnê pêk anîn.

- Van DÎSA-DER ku piştî girtina Kurdî-Derê Cotmeha 2018'an vebû, li gel zextên dewleta Tirk karê xwe didomîne.

- Ji namzetên HDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Şirnexê Hişar Osal diyar kir ku wê bi projeyên hilberînê derfetên kar biafirînin û got, "Em ê bibin Şirnexeke hilberîne."

- Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevserokatiya Şaredariya Elkê Cahît Ozkan diyar kir, dema ew hatin hilbijartin wê gel esas bigirin û got, "Ji bo gelê me ya pêwîst çi be, ew ê bibe karê me yê sereke."

- Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz diyar kir, modela hevserokatiyê encameke têkoşîna azadiyê ya 40 salî ye û got, "Jin li her qada jiyanê têdikoşin. Di nava partiyên siyasî de û li gelek qadan li ser modela hevserokatiyê bi biryar in."

- Gelê Çaldiranê ku bi rêjeya 75 ji sedî di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de deng da HDP'ê, xwe amade dike ku vê rêjeyê bigihîne 90 ji sedî.