Dayikên Aştiyê: Tecrîd şer, Ocalan aştî ye

Dayikên Aştiyê desteka xwe ya ji bo Leyla Guven nîşan dan, gotin tecrîd sûcekî mirovahiyê ye û xwestin ku di cih de tecrîd rabe.

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe kete roja 87'an. Guven a ku 25'ê Çile hatî berdan, li mala xwe çalakiya xwe didomîne.

Ji Însîyatîva Dayikên Aştiyê Bedîa Gokyuz, Perîhan Akbulut û Guler Bugdat li ser tecrîdê û greva birçîbûnê axivîn.

'DEWLET DIXWAZE ÇALAKIYAN PÛÇ BIKE'

Gokyuz diyar kir ev 6 sal in di nav insîyatîvê de cih digirin, şahidî ji gelek grevên birçîbûnê re kiriye û got, hikûmet bi destkeftiyên ji çav re dixwaze bixapîne û got, ''Ev delet her car weke ku me xelat bike tevdigere. Ji grevên birçîbûnê yên berê ve û heta niha ev tim wiha bûye''. Gokyuz got ji bo ku grevên birçîbûnê werin pûçkirin Guven hatiye berdan û got, ''Zarokên me ne wiha erzan in. Ev ne wiha rehet e. Çima Leyla Guven girtin, çima berdan? Dema ku dayika wê mirî bernedan, nikarîbû biçe ser cenazeyê dayika xwe..Rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ne baş e. Hinek wijdan lazim e. Ev grevên birçîbûnê girêdayî tecrîdê ne. Tecrîd rabe wê grevên birçîbûnê jî rabin. Bi tiştên erzan bila hewl nedin ku me qanih bikin. Ji bo ku çareseriya bibe mirov xwe didin ber mirinê. Her ku behsa aştiyê tê kirin tiştek ji aştiyê xuya nake. Em çûn NY'yê, CPT jî çareseriyê nabîne. Naxwe ev sazî ji bo çi ne? Ji me re gotin, ''ev kar ne barê me ye''. CPT heke ji bo mirovan be ev ji bo Ocalan jî divê wiha be, ji bo kesên ku ketine greva birçîbûnê.''

'DAXWAZÊN LEYLA DAXWAZÊN ME NE'

Dayika Aştiyê Akbulut jî got, ''Ji bo ku dayik nemirin, mirov nemirin em aştiyê dixwazin. Tecrîd dijî mirovahiyê ye. Aştî bi çareseriyê dibe. Tecrîd mirin e. Daxwazên Leyla daxwazên me ne. Leyla dibêje, 'ev beden  a min e. Hûn dikarin min bigirin lê ez jin im û ev bedena min e''. Daxwazên wê daxwazên Kurdên çar parçeyên Kurdistanê ne. Çend partî têne cem hev û dibin yek, em jî werin cem hev, bibin yek.''

'TECRÎD ŞER E'

Yek ji dayika dî ya aştiyê Bugday jî cihê tecrîdê di nav dîn û exlaqê de tine, xwest ku Kurd bibin yek û domand, ''Dost û dijmin dizanin tecrîdkirina lîderekî tê maneya tecrîdkirina tevahiya wî gelî. Ji bo kedkar û jinan tecrîd e. Jin di nav pergalê de kole bûn. Ocalan ev nîşan da, Leyla Guven jî yek ji van jinan e. Van hemûyan jî dibînin. Ji ber van destkeftiyan tecrîdê datînin. Leyla Guevn jinek e û ti sûda wê ji tecrîdê tine. Tecrîd hêstirên çavê dayikan e. Îro li kûderê şer hebe pêşî jin û zarok ziyanê dibînin. Mifteya aştiyêli Imraliyê ye.''