Wekîlê Swêdî: Divê li qada navneteweyî helwest bê nîşandan

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Alî Esbatî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, li dijî bêhiqûqiyê divê li qada navneteweyî helwestek bê nîşandan.

Esbatî diyar kir, ew piştgiriyê didin têkoşîna HDP'ê û Leyla Guven a ji bo mafên mirovan, demokrasî û azadiyê dimeşînin û bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku demeke dirêj e pêk tê.

Esbatî got, "Ji aliyê mafên mirovan û nirxên demokratîk de em dibînin ku li Tirkiyeyê bûyerên ku rê li ber tirs û fikaran vedikin diqewimin. HDP ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û mafê hindikahiyan têdikoşe."

Esbatî diyar kir, li qaa navneteweyî jî heman nêrînên li ser demokrasî û mafên mirovan tên parastin û got, ew piştgiriyê didin daxwazên Leyla Guven û çalakgerên din.

Esbatî diyar kir, girtina parlamenteran ne ya qebûlkirinê ye û xwest, kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin bên berdan.