Tûzak: Ez ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînim

Mûstafa Tûzak: Yekane hêza ku dikare tecrîda 20 salan rake, îradeya me ye. Em ê jiyaneke bê Rêbertî qebûl nekin. Heta ku tecrîd bi dawî bibe ez ê çalakiya xwe bidomînim.

Yek ji berxwedêrên ku li Ewropayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger, Mele Mûstafa Tûzak e. Tûzak ji 13'ê Çileyê ve li Dûîsbûrgê di greva birçîbûnê de ye.

Tûzak sala 1969'an li gundê Dadîna yê navçeya Gimgimê ya Mûşê ji dayik bû. Tûzak di navbera salên 1980-1987'an de perwerdeya Medreseyê dît. Dibistana xwe ya navîn li Îmam Hatîp qedand, sala 1993'an neçar ma tevî malbata xwe koçî Bûrsayê bike. Beriya ku ji gund derkeve Tevgera Azadiyê ya kurd nas kir. Sala 1991'ê li gundê Dadîna komek li komek ji 11 gerîlayan rast hat û diyar dike ku wê komê gelekî bandor li wî kiriye.

Tûzak sala 1993'an berê xwe da Ewropayê. Piştî Yewnanîstanê hat Elmanyayê û serlêdana penaberiyê kir. Li sirgûnê hem hewl da debara xwe bike hem jî têkiliya xwe bi komeleyan re danî, tevlî çalakiyên demokratîk bû û cihê xwe di nava karê tevgera Îslamî de girt. Ji sala 1994'an û vir ve li Elmanyayê ye.

NE GREVA BIRÇÎBÛNÊ AY DESTPÊKÊ YE

Tûzak şahidê zextên li Elmanyayê li Kurdan tê kirin. Ne cara yekê ye ku tevlî greva birçîbûnê dibe. Beriya niha tevlî gelek çalakiyên greva birçîbûnê yên Kurdistaniyên li Ewropayê bû. Cara destpêkê sala 1995'an ji bo desteka ji girtiyên PKK'ê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tevlî greva birçîbûnê ya li Berlînê bû. Ji ber êrîşa polîsan, di roja 8'an a greva birçîbûnê de, 26'ê Tîrmehê Gulnaz Bagistanî ya ducanî jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Bagistanî û pitika wê ya jidayik nebûyî, li Berlînê bi meşeke ku 30 hezar kes tevlî bûn hate veşartin.

21 ROJAN LI NEXWEŞXANEYÊ MA

Tûzak anî ziman, bûyerên qewimîn gelekî bandor li wî kir û 48 rojan tiştek venexwar. Tûzak got, "Piştî ku heval bi rewşa min hesiyan av dan min. Lê belê mehdê min xwîn bû. Ez rakirin nexwşexaneyê. Piştî wextekê min serûm derxist û vegeriyam komeleyê. Piştî rojekê polîs hatin ez bi zorê birin nexweşxaneyê û 21 rojan li nexweşxaneyê mam."

7 ROJAN DI NAVA BERFÊ DE MAN

Tûzak dema komploya 15'e Sibatê ya navneteweyî bi bîr xist û bal kişand ser çalakiyên li Ewropayê hatin kirin: "Piştî ku Rêbertî hat Romayê em çûn cem wî, 11 rojan ez li wir di greva birçîbûnê de mam. Ji wir em vegeriyan Mannehîmê. 1999'an dema ku Rêbertî hate girtin me li ber Konsolosxaneya Yewnanîstanê çalakî li dar xist. Piştre çûn Strasboûrgê. Heft rojan li wir em di nava berfê de sekinînin, bi rastî jî ev têkoşîn ewqasî mezin e ku mirov zû bi zû jê bawer nakim. Di nava wan şert û mercan de me çawa îdare kir. Bawerî û îradeyeke bêhempa ye."

BI DEHAN ROJAN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE MA

Sala 2000'î li Kolnê 10 rojan, 2006'an li Dortmûndê 7 rojan, 2007'an jî di dema jehrdayina li Ocalan de ji bo CPT bikeve nava liv û tevgerê greva birçîbûnê hate destpêkirin û 39 rojan jî li wir di greva birçîbûnê de ma. Sala 2012'an 20 rojan, di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Strasboûrgê 18 rojan, 2018'an jî li Kolnê 3 rojan di greva birçîbûnê de ma.

'NEDIBÛ KU LI DERVEYÎ PÊVAJOYÊ BIMÎNIM'

Tûzak bi bîr xist, Ocalan 20 sal in li Îmraliyê dîlgirtî ye û got, "Zilma ku li Rêberê gelekî tê kirin, ne ya qebûlkirinê ye. Nedibû ku li derveyî vê pêvajoyê bimînim. Dema ku mirov felsefe, bawerî û îradeya li ber çavan bigirin, mirovê bibîne ku hinekî em dereng jî mane."

Tûzak diyar kir, ya ku wan heta niha kirine têra şikandina terîdê nekiriye û got, "Heta ku Rêbertî nebe ne bawerim ku em bibin xwedî jiyaneke bedew."

'JIYANA BÊ RÊBERTÎ NABE'

Tûzak anî ziman, pêvajoyê bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kiriye û got, "Heta ku tecrîd bi dawî bibe ez ê çalakiya xwe bidomînim. Em ê jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nekin." Tûzak bi dewamî got, "Heta ku Rêberê me tecrîdkirî be, gelê Kurd jî wê tecrîdkirî be. Divê em xwedî li xwe û nirxên xwe derkevin." Tûzak got, çawa ku Mandela serbest bû, gel xwedî lê derket, divê em jî xwedî li Rêberê xwe derkevin û bi rengekî rêxistinbûyî têkikoşin."