Kurdên li Swêdê li dijî tecrîdê daketin qadan

Ji bo piştgirî ji Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hemûyan re bê dayin, li bajarên Stockholm, Orebro, Ûppsala û Falûnê yên Swêdê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de tecrîdkirina Ocalan hate şermezarkirin û bang li Swêdê, Yekîtiya Ewropa û civaka navneteweyî hate kirin ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.

STOCKHOLM

Bi vê armancê li paytexta Swêd Stockholmê xwepêşandanek hate lidarxistin. Çalakî li medayan Sergels Torgê pêk hat û wêneyên Leyla Guven, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK, PYD, YPG/YPJ'ê hatin hildan. Ji bo rakirina tecrîdê dirûşm hatin qîrîn.

Nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Swêdê li qada çalakiyê axivî û bang li Swêdê û welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, rewşa tenduristiyê ya çalakgeran li asta krîtîk e û bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku hîn bi baldarî û berpirsyarî tevbigerin.

OREBRO

Kurdistaniyên li navenda bajêr li hev civiyan, wêneyên Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê hildan û li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê agahî dan raya giştî.

Çalakgeran diyar kirin, heta ku tecrîd bê rakirin wê çalakiyên xwe yên piştevaniya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re bidomînin.

ÛPPSALA

Li meydana Stoartorgetê xwepêşandanek hate lidarxistin û Serokê Koma Partiya Çep a Şaredariya Ûppsalayê Tobîas Smedberg li qada çalakiyê axivî. Smedberg diyar kir ku ew xwedî li daxwaza Leyla Guven û çalakgerên grev birçîbûnê derdikevin û got, "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye."

Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan bang li Konseya Ewropayê kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

FALÛN

Li navenda bajarê Falûnê yê li herêma Dalarnayê, bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin.

Şefîk Agir bi navê NCDK'ê axivî û bi bîr xist, rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û Yuksel Koç krîtîk e û bang li Kurdistaniyan kir ku heta bidawîbûna tecrîdê dakevin meydanan.

Her wiha diyar kir, hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropa bi bêdengiya xwe ya li pêşberî tecrîdê bûne hevparê sûcê dewleta Tirk û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kir ku zextê li hikumetên xwe bikin.