Koç: Divê hê zêdetir xwedî li berxwedêran derbikevin

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç a anî ziman ku xwedîderketina li berxwedêrên grevên li dijî tecrîdê ji bo gelê Kurd mijarekî wijdanê ye û da xuyakirin ku divê rejîma Erdogan bi cîhana derve re bixe nava tecrîdê.

Hevseroka Kongreya Netewî ya KNK’ê (KNK) Nîlufer Koç a serdana berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasoûrgê di roja 48’an de ye kir û îşaret bi wê kir ku gelê Kurd ‘ketiye rewşa lezgîn’ banga xwedîderketinê li berxwedanê kir.

‘BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç anî ziman ku berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger gihiştiye astekî krîtîk û diyar kir ku divê gelê Kurd ‘bikev nava tevgerê’. Koç da nîşandan ku li Kurdistan û welatên derve bi sedan girtî û siyasetmedar bi ruhê fedayî ji bo siberoja gelê Kurd di nava çalakiyê de ne, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Koç anî ziman ku rejîma faşîst a AKP’ê li ber rizînê ye û diyar kir ku berxwedêrên greva birçîbûnê ev dîtin û banga bidawîkirina rejîmê didin.

BAL HATE KIŞANDINA SER ROLA GELÊ LI EWROPA

Koç îşare bi wê kir ku her roja diçe dibe gelê Kurd ‘agahiyên xirab bigirin’ û bidawîkirina vê didestê gelê Kurd de ye û got: “Rolekî mezin dikeve ser milê gelê me yên li Ewropa ku ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) ji bo bi erka xwe rabin.”

‘ÊDÎ DIVÊ TERDOGAN BÊ TECRÎDKIRIN’

Koç da xuyakirin ku divê polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk li sazî û welatên Ewropa bê eşkerekirin û got: “Êdî dem hatiye Erdogan bê tecrîdkirin.” Koç diyar kir ku divê Kurdistanî li her cihê lê nerazîbûnên xwe raber bikin, polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk vala derbixin.