Xizmên nebediyan ji bo Mubariz û Yaşar hatin cem hev

Li Amedê û Êlihê xizmên kesên ku hatine nebedîkirin li dadmendiyê pirsîn. Di çalakiyan de li aqûbeta Kemal Mubariz û Mehmet Yaşar pirsîn.

AMED

Xizmên Nebediyan û Rêveberên ÎHD’ê li Amedê û Êlihê li aqûbeta Kemal Mumbarîz ê li Cizîrê bi Torosa spî hatin nebedîkirin û Mehmet Yaşar ê li Êlihê bi êrîşek çekdarî hat kuştin pirsîn û xwestin sûcdar wan bên dîtin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û Xizmên Nebediyan çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila Nebedî Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin” di hefteya 521’emîn de li avahiya ÎHD’ê li dar xist. Ji ber ku Walîtiya Amedê, Parka Koşuyolu li çalakvanan qedexe kir, li ÎHD’ê tê lidarxistin. Wêneyên Nebediyan li erdê hatin raxistin û hildan. Serokê Rêxistina CHP’ê ya Amedê Mehmet Sayin, rêveberên ÎHD’ê û gelek xizmên Nebediyanbeşdar bûn.

'TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’

Di çalakiyê de Sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Aslan Acer axivî û diyar kir ku li welêt binpêkirina mafên mirovan a giran diqewime û bi sedan mirov li girtîgehan bedena xwe dane ber birçîbûnê. Acer da zanîn ku rewşa Hevseroka KCD’ê Leyla Guven her roja ku diçe xerabtir dibe û got: “Ji bo mafên herî bingehîn ku tecrîd bi dawî bibe li ber xwe didin. Tecrîd bi serê xwe sûcek mirovahiyê ye. Divê tu însan di bin tecrîdê neyê hiştin.”

BI TOROSA SPÎ HAT WINDAKIRIN

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Adnan Orhan jî çîroka Kemal Mumbarîz ê di 1’ê sibata 1994’an de ji aliyê esker û polîsan ve bi Torosa spî ku hat windakirin kir û behsa aqûbeta doza wî kir.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya bo bîranîna Nebediyan bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê jî Xizmên Nebediyan û Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê di hefteya 427’emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiyê li dar xistin. Xizmên Nebediyan û parêzvanê mafê mirovan ên ku bi dirûşma “Bila Nebedî Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin” wêneyên Nebediyan hildan û xwestin aqûbeta Nebediyan eşkere bibe. Di çalakiyê de kurê Mehmet Yaşar ê di 31’ê Tîrmeha 1993’an de li termînala Êlih-Midyadê rastî êrîşek çekdarî ya faîl nediyar hat jiyana xwe ji dest da Sabahattîn Yaşar behsa çîroka windabûna bavê xwe kir û xwest faîl bên dîtin.

‘BAVÊ WE QET MIRIYE GELO?’

Sabahattîn Yaşar bi risteyên helbesta “Bavê we qet miriye gelo? Bavê min carekê mir ez kor bûm” a helbestvan Cemal Sureya behsa nebedîkirina bavê xwe kir.