ROJANE
Hemû Nûçe
-
HBDH: Berxwedana Leyla Guven her mezin dibe
HBDH: Bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan em xwedî li berxwedana Leyla Guven derdikevin. Pêkhatina daxwazên wê û hevrêyên din ên berxwedêr bi têkoşînê dibe. -
ROJEVA 28'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Çileya 2019'an. -
Li sê navçeyên Stenbolê tecrîd hate protestokirin
Li navçeyên Sûltangazî, Sancaktepe û Esenyûrt ên Stenbolê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
Tecrîda li dijî Ocalan li Parîsê hate protestokirin
Ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurd û dostên wan li Parîsê daketin qadan. -
Li kongreya Partiya Çep biryara destekkirina grevên birçîbûnê
Li kongreya rêxistina NRW'ê ya Partiya Çep a Elmanyayê, ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştgirî hate dayin. -
Partiya Çep wê hewl bide pêkanîn li ser Tirkiyeyê bê ferzkirin
Parlamentera Partiya Çep a Swêdê ya li Parlamenta Ewropayê Malîn Bjork diyar kir, Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nake, qanûnên navneteweyî binpê dike û ji bo pêkanîn lê bê ferzkirin wê hewl bidin. -
DGH'ê li dijî tecrîdê çalakî kirin
DGH'ê bi armanca protestokirina tecrîdê rêzeçalakî pêk anîn. Di çalakiyan de gelek kargeh û wesayît hatin şewitandin. -
HDP di rêza 12'an pisûlaya dengan de ye
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), pisûlaya dengan a hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê eşkere kir. -
Li Tarsûsê zextên li çalakgerên greva birçîbûnê zêde bûn
Li Girtîgeha bi Hejmara 1'ê ya Tîpa T a Tarsûsê, 10 girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne û 2 kesên li ber wan e, bi zorê li qawîşa ji 5 kesî hatin bicihkirin. -
Greva birçîbûnê ya li Adigeyê bi koma duyemîn didome
Greva birçîbûnê ya li Adigeyê, ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, bi koma duyemîn didome. -
Temellî: Divê em dengê Leyla Guven bilind bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, "Hêzên demokrasiyê û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê, divê li dijî tecrîdê dengê Leyla Guven bilind bikin." -
Iraqê li ser bûyerên li Şêladizê daxuyanî da
Wezareta Karên Derve ya Iraqê wê nerazîbûna xwe ya ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Şêladizê bi nameyekê ji Sefaretxaneya Bilind a Tirk re ragihîne. -
YPS'ê li Stenbol û Îzmîrê çalakî pêk anî
Navenda Ragihandinê ya YPS'ê diyar kir, roja 21'ê Çileyê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê li dijî nobedar û polîsan çalakiyek hatiye kirin û di encamê de gelek ji hêzên çekdar ên Tirk hatine kuştin. -
Kurdistaniyê bi navê Şiyar Xelîl jî dest bi greva birçîbûnê kir
Kurdistaniyê bi navê Şiyar Xelîl ê li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê dimîne, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. -
Rêveberên Partiya Çep ên li Ûppsalayê destek dan grevên birçîbûnê
Parlamenter û rêveberên Partiya Çep ên li bajarê Ûppsala yê Swêdê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd û piştevaniya grevên birçîbûnê li hev civiyan. -
Peymana Tirkiye-YE ya li ser penaberan li ber têkçûnê ye
Li gel peymana li ser penaberan a navbera desthilatdariya Erdogan û Yekîtiya Ewropayê, hejmara penaberên ji Tirkiyeyê berê xwe didin Ewropayê kêm nabe. Hejmara penaberên sala 2018'an di ser Tirkiyeyê re hatin, 50 hezar derbas kir. -
Ciwanên şoreşger ên Swîsreyî piştgirî dan greva birçîbûnê
Ciwanên endamê koma şoreşger a bi navê 'Revolûtîonnare Jûgend Grûppe' li bajarê Bern ê Swîsreyê li hev civiyan û piştgirî dan greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê. -
ROJEVA 27'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Çileya 2019'an. -
Xizmên windayan li Amed û Êlihê li hev civiyan
Li Amed û Êlihê xizmên windayan lêgerîna edaletê vê hefteyê jî domandin. Di çalakiya li Êlihê de girtiyên di greva birçîbûnê de hatin silavkirin. -
Tecrîda li ser Ocalan li Erşovê hate protestokirin
Kurdistaniyên li Erşovê dijîn bi çalakiyekê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin. -
Bûldan: Karê me yê destpêk şikandina tecrîdê ye
Pervîn Bûldan a di civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê de axivî got: “Karê me yê destpêkê ya bi hilbijartinê re şikandina tecrîdê ye. Li hemberî kesên ku bedan xwe dane greva birçîbûnê ya dikeve ser milê me xurtkirina berxwedana wan e.” -
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Adîgeyê dewam dike
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Komara Xweser a Adîgeyê hatibû destpêkirin dewam dike. Gel serdana çalakvanan dike. -
Simonnet: Têkileyek xurt ya Erdogan bi DAÎŞ’ê re heye
Koordînatora Partiya Çep û Berdevkê Partiya Neteweyî, (France Insoumise) Danielle Simonnet diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe ew li Firansa di nava têkiliyan de ne û got: “Erdogan ji bo dagirkeriyek nû di nava tevgerê de ye.” -
Namzetên HDP'ê yên Şaxê kî ne?
Li Şaxê di hilbijartina dawî de AKP derbeke giran xwaribû û HDP bi ser ketibû. Lê AKP ya ku di hilbijartinê de têk çûyî, qeyûm anî ser şaredariya Şaxê ya HDP'ê ya Wanê. -
ROJEVA 26'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Çileya 2019'an.