Şiyar Gabar li Hambûrgê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn

Şiyar Gabar ku 9'ê Tîrmeha 2018'an ji ber êrîşa balafirên şer ên Tirk şehîd bû, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate bîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Şiyar Gabar (Jacob Reîmer) ku 9'ê Tîrmeha 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyyaê ji ber êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk şehîd bû, li bajarê hambûrgê yê Elmanyayê hate bîranîn.

Meşa ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Azad pêk hat, li Altona ya Hambûrgê dest pê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Martîn Dolzer axivî û diyar kir, Jacob Reîmer azadiya rasteqînî li çiyayên Kurdistanê dît, lewma çû çiyê.

Dolzer ragihand, têkoşîna azadiyê ya Kurd li Rojava şoreşeke mirovahiyê ava kiriye û got, "Ev şoreş ji bo şoreşgerên li tevahiya cîhanê bûye çavkaniyeke sûdwergirtinê. Divê dewleta Elman qedexeya li ser PKK'ê rake."

Girseya gel piştî axaftinê dest bi meşê kir.

Polîsan hildana posterên Ocalan ji xwe re kirin hincet û çend caran li pêşiya girseyê bûn asteng.

Girseya gel jî bi qîrîna dirûşma "Es lebe Ocalan" nerazîbûn nîşan da.

Dema ku meşvan gihîştin ber Rote Flora ku weke navenda antî-faşîstan tê naskirin, komek ji şoreşgerên Elman li ser avahiyê fîşekên hewayî teqzandin û meşvan silav kirin.

Komê her wiha ala PKK'ê vekir û şoreşgerên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de şehîd bûn silav kir.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Şiyar Gabar namire", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan", "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.

Meş li ber muzeya St. Paûlî qediya û girseya gel ji bo civîna bîranînê ketin hundirê muzeyê.

'ŞIYAR GABAR BERPIRSYARIYÊN ME ANÎ BÎRA ME'

Di serî de dayik, bav û xwişkên Reîmer, bi sedan kes tevlî civîna bîranînê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Nûnerê KOMAW'ê Bavê Huseyîn axivî û got, "Gelek kes azadiyê li çiyayên Kurdistanê dibînin, lewma berê xwe didin çiyê. Hevrê Şiyar jî yek ji wan bû."

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç jî sersaxî ji malbata Reîmer xwest û got, "Têkoşîna azadiyê ya Kurd ne tenê têkoşîna gelê Kurd e, têkoşîna mirovahiyên pêşverû hemûyan e." Koç diyar kir, enternasyonalîstên di vê têkoşînê de şehîd dibin, di heman demê de wezîfe û berpirsyariya wan tînin bîra wan.

Nûnerê Tevgera Ciwanên Azad jî li bîranînê axivî û diyar kir, Reîmer her tim dixwest bibe gerîlayekî baş û got, wê xwedî li bîranîna wî derkevin.

Civîna bîranînê bi stranên ku Reîmer jê hez dikirin qediya. Girseya gel sersaxî ji malbata Jacob Reîmer re xwest.