AKP alîkariya ji bo Rojava ji xwe re kire veberhênana hilbijartinê!

Derkete holê 'kolîyên alîkariyê' ku AKP xwe hazir dike beriya hilbijartinê belav bike, dema Şaredariyên Mezin ên DBP'ê ji bo Rojava hatibûn berhevkirin û yên Fona Alîkariya Sosyal a Walîtiya Wanê bûn.

AKP, ya ku bi guherandina hilbijêran û hilbijêrên qelp dixwaze li Wanê di hilbijartinan de bi ser bikeve, weke her carê, beriya hilbijartinê dîsa bi navê komur û alîkariya zad xwe hazir dike ku bertîlê bide. Li mexzana Seroktiya Rêveberiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Mezin a Wanê û Siphanê ya AKP'ê du depoyên mezin ên 'alîkariyê' hene. Li vir, malzemeyên alîkariyê yên ku di koliyan de hatine bicihkirin derengiya şevê li gel tê belavkirin.

KOLIYÊN ROJAVA DIGUHERÎNE

Dîmenên ku di depoyên navborî de hatine kişandin, vê xebatê bi zelalî nîşan dide. AKP'yî dema Şaredariya Mezin a DBP'ê de, alîkariya ku ji bo Rojava hatibû berhevkirin û piştre qeyûmê dest li ser danîbû, didize û cil û bergên wê bide gel. AKP'yiyên ku alîkariya ji bo Rojava didizin, her wiha zadê Fonoa Alîkarriya Sosyal a Walîtiya Wanê jî ji bo ku bide gel xebatan dike. AKP'yî koliyên malzemeeyên alîkariyê yên ji bo alîkariya Rojava, ên dema Şaredariya DBP'ê jî diguherîne.

SARISAÇ: PÊŞÎ BIRÇÎ DIHÊLE, PIŞTRE JI BO BERJEWENDIYA XWE DIXEBITÎNE

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç têkilî mijarê got, ''Ev 16 sal in xebata ku AKP'ê kirî ev e. Hêza cameweriyê bi kar tîne. Alîkariya ji bo Wanê ya dema erdhejê hatî berhevkirin jî  ji bo propagandaya xwe ya hilbijartinê bi kar anî. Hemû derfetên dewletê niha ji bo veberhênana partiyekê û partiya koalîsyonê tê bikaranîn. Ev ne dûrî hişmendiya AKP'ê ye. AKP gel bi birçîbûnê, bi bêkariyê terbiye dike û derfetên dewletê ji bo xwe bi kar tîne.