Armanc Goşkar li Kolnê hate bîranîn

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê û endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê Armanca Goşkar li Kolnê hate bîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate organîzekirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevseroka KOMAW'ê û dayika du şehîdan Şengê Kahraman axivî û qala Armanc Goşkar kir.

Piştre nivîska ku hevrêya wê Bîrcan Yildiz li ser nivîsî ji aliyê Kezban Mardîn ve hate xwendin û nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) axivî.

Parlamentera berê ya Sêrtê Besîme Konca jî got, "Li pêşberî şehîdan divê em jiyana xwe di ber çavan re derbas bikin û xwe tevlî têkoşînê bikin."

Di civîna bîranînê de Ozan Sosin jî stran got. Herî dawî sînevîzyon hate nîşandan û kesên ku Goşkar nas dikirin qala bîranînên xwe yên bi wê re kirin.