Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li ser cezayên giran ku li Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredarya Amedê Gulten Kişanak hatî birîn daxuyanî dan.
'TI HIKMÊ BIRYARÊ TINE'
Buldan û Temellî di daxuyaniyê de diyar kirin di darizandina Tuncel û Kişanak de gelek nehiqûqî û nelirêtî hene, 'biryar ne hiqûqî lê siyasî ye û bi fermana Qesrê ev biryar hatiye dayin. Ji bo vê jî ev biryar li cem me, di wijdanan de ti hikmê xwe tine.''
Bi berdewamî hate gotin kemînên ku daraza Cemeatê li ber Kurdan û siyaseta demokratîk hatine danîn, ''ji hêla daraza desthilatê ve bêkamî hatiye domandin.''
Her wiha hate gotin, ''dageha di bin nîrê desthilatê de bi vê biryarê di şexsê Tuncel û Kişanak de siyaseta demokratîk ceza kiriye.''
'EV BIRYAR WÊ BI KURDAN RE SÎNORDAR NEMÎNE'
Hevserokên HDP'ê Buldan û Temellî gotin ev hişmendî berdewama asayîşî û tolhildêr a li ser înkara Kurdan e ku ev 100 sal in didome, ''ev ê tenê bi Kurdan re sînordar nemîne, gefê li hemû hêzên demokrasiyê, hemû kesên ku cihê difikirin û hemû muxalefeta demokratîk dixwe. Çawa ku êrîşên Cemeatê yên li dijî siyaseta Kurdan û gel bi Kurdan re sînordar nema û li ser Tirkiyê bû darbe, AKP jî bi darbeya 20'ê Tîrmehê ya Rewşa Awarte çi kesê ku cuda difikire ji xwe re kiriye hedef.''
Hevserokan her wiha gotin, ''Ev biryara ku beriya hilbijartina 31'ê Adarê hatiye dayin, her wiha muhendisiyeke siyasî jî di nav xwe de vediheewîne.''
'EM Ê MEZIN BIBIN, EW Ê FEDÎ BIKIN'
Buldan û Temellî herî dawî gotin, ev ceza ji bo wan, ku têkoşîna demokrasiyê bi berdêlên giran didin, 'nîşaneya rûmetê ye'', hişmendiya darbekar dikare cezayê li hişmendî, xebat, têkoşîna azadiya jinê û wekheviyê bibire, lê nikare têkoşîna wan ku li dinyayê bi hijmetkarî lê tê nerîn, asteng bike.
Buldan û Temellî gotin: ''Ev desthilat her ku ceza dike, weke mînaka ku Selahattîn Demîrtaş ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê hatiye nîşandan, em ê mezin bibin. Ên ku ev biryar dane jî, weke yên ku duh li zindana Amedê êşkence li Kişanak kirin û weke mîmarên darbeya 2'yê Adara 1994'an wê bi rûyekî reş werin bibîranîn.''