HDP wê li 6 navçeyên Stenbolê namzetan nîşan bide
HDP ku ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê namzet nîşan neda, wê li 6 navçeyan namzetan nîşan bide.
HDP ku ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê namzet nîşan neda, wê li 6 navçeyan namzetan nîşan bide.
HDP'ê biryar da, ji bo şaredariyên Bagcilar, Kagithane, Arnavûtkoy, Esenler, Bakirkoy ên Stenbolê namzetên xwe nîşan bide. Ji bilî van navçeyan wê li navçeyeke din a ku hilbijêrên Kurd lê zêde ne, HDP wê namzetên xwe nîşan bide.
Yek ji navçeyên ku HDP lê xurt e Bagcilar e. Li gorî agahiyan, HDP wê parlamentera Stenbolê Huda Kaya bike namzet.
HDP wê li Tekîrdag, Edîrne, Bûrsa, Kocaelî û Balikesîrê namzetên xwe nîşan bide. HDP wê li her navçeyên ku lê xurt e namzetan nîşan bide.