ROJEVA 2'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Sibata 2019'an.

-  Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

-Partiya Komunîst a Fransayê têkilî grevên birçîbûnê daxuyanî da, ji hikûmeta Fransayê û YE'yê xwest ku bi lezgînî tevbigerin û diyar kir, jberiya ku kesek bimire, dawî li tecrîdê were.

-Colemêrgiyan, ji bo ku qada mîtîngê 5 km dûrî navenda bajêr hatiye diyarkirin, helwest nîşandan, qada mîtîngê veguherandine qereqolên leşkerî.

-Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken di Stêrk TV de ji bernameya Rojeva Jin re axivî û got, ''Bi berxweana Leylayan Rêber Apo ji hêla fizikî ve jî wê li nav gelê xwe be.''

-Namzetên Hevşaredariyê yên Sûrê Filîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr gotin, ''Em ê li rex çewisandiyan û mezlûman bin'' û ew ê saziyên ku hatine girtin dîsa vekin.

-Basan ev 29 sal in bi hevkariya dewlet-axayan tê rêvebirin. Namzetê HDP'ê Mehmet Emîn Kiliç got, ''Êdî em ê dawî li vê bînin'' û got ew haziriya serdema nû dikin.

-Yek ji namzetên hevşaredariyê ya Hezexê ya HDP'ê Songul Erden got, ''Dema ku me şaredariya xwe dîsa stand, gel dîsa wê bigihije mala xwe''.