Li Bakirkoyê bi deh hezaran kes li dijî tecrîd û faşîzmê hatin ba hev

Bi banga HDP’ê bi deh hezaran kes li Bakirkoyê hatin ba hev û tecrîd protesto kirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo hevgirtina grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya parlementera HDP’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin, li Bakirkoyê bi şîara ‘Ked, aştî û azadî’ mîtîngek hate lidarxistin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, parlementerên HDP’ê Gulistan Koçyîgît, Oya Ersoy, Huda Kaya, Zuleyha Gulum, Dilşat Canbaz Kaya, Dîlan Dirayet Taşdemîr, Mûsa Pîroglû, Garo Paylan, Zeynel Ozen, Ahmet Şik û nûnerên gelek saziyan tevlî mîtîngê bûn.

Girse li qadê bi cih nebû û di mîtîngê de sloganên wekî ‘Bijî Serok Apo’, ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate berzkirin.

TEMELLÎ: BI RAKIRINA TECRÎDÊ WÊ AŞTÎ Û EDALET WERE

Mîtîng bi rêzgirtina şehîdên azadî û demokrasiyê dest pê kir. Di mîtîngê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivî. Temellî diyar kir ku bi rakirina tecrîdê wê aştî û edalet were û got ku, “Ji ber vê yekê Leyla Guven 88 roj in li ber xwe dide. Em li vir soz didin Leyla Guven em ê vê tecrîdê bişkînin.  Nasir Yagiz 75 roj in vê têkoşîna bi rûmet dimeşîne. Li girtîgehan 50 roj in girtiyên zindanan vê tekoşînê dimeşînin. Li Strasboûrgê vê têkoşîna bi rûmet dimeşînin. Sebahat Tûncel li zindanê vê têkoşîna bi rûmet dimeşîne. Em silavên xwe ji wan re dişînin.

 Em carek din bang li rayedaran dikin. Ya tê xwestin maf û hiqûq e. Em dixwazin demek berî demekê tecrîdê bi dawî bikin. Hevdîtina malbat û parêzeran bila bi rêk û pêk bên kirin. Ji ber ku tecrîd li ser gelê Tirkiye, li ser jinan û gelên Tirkiyeyê tê meşandin. Em bi hev re ji bo demokrasî bê vî welatî di vê têkoşînê de bên ba hev. Ya ku me tîne cem hev evîname ya Komara Demokratîk, Neteweya Demokratîk e.

‘JI SERKEFTINA ME DITIRSIN’

Tirsa wan ji serketina me ye. Ji ber vê yekê senaryoyên nayên aqilan pêş dixin. Binerin îro li Efrîne, li Sûriye çi dikin li holê ye. Li dijî gelê Sûriyeyê gotinên nifrîn û dijminantiyê pêş dixin. Îro tişta li Efrînê dikin dixwazin li Rojava jî pêk bînin. Em dibêjin gelê Sûriye wê biryara pêşeroja Sûriye bidin. Kurd, Ereb Turkmen dê biryara pêşeroja xwe bidin. Îro zilm li her derê ye. Li Efrînê, Cizîrê, Wan, Stenbol û li her derê ye. Bê edaletî li her derê ye.

Vana kesên ku vîna gel xesp dikin. Em ê bi hev re van qeyûman ji Kurdistanê paqij bikin û biavêjin. Em ê bi gel re li herêmê bên ser kar û bi hev re herêmên xwe bi rê ve bibin.

 TAŞDEMÎR: EM HEMÛ ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ SILAV DIKIN

Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got ku: "Ji zindanan heta Strasboûrgê û ji Strasboûrgê heta Hewlerê û Amedê em berxwedêrên grevê silav dikin. Li Amedê têkoşîna Leyla Guven em silav dikin. 88 roj in greva birçîbûnê di şexsê Leyla Guven de têkoşîna li dijî tecrîdê berdewam dike. Yên ketine grevê dibêjin bila tecrîd rabe. Ji ber ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Hikûmeta AKP û MHP ji bo îktîdara xwe vê tecrîdê berdewam bikin. Leyla Guven dibêje ger ku hûn dewletek hiqûqê bin divê hûn hiqûqa xwe nas bikin. Lê em dibînin ku ev hikûmet û îktîdar hiqûqa xwe binpê dike.Dengê Leyla Guven û hevalên wê li çar aliyên cîhanê belav bûne. Hemû kes dibêjin Leyla Guven mafdar e. Dibêin tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Hûn vî sûcî nekin. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir. Di nava 3 salan de îro tecrîd li hemberî her kesî pêş ketiye. Îktîdara ku tecrîd pêş xistin naxwazin dengê gelan aştî, demokrasî û aramî pêş bikevin. Ji ber ku ji fikr û ramanên rêzdar Ocalan ditirsin vê tecrîdê kûr dikin. Fikrên rêzdar Ocalan wekî rêya sêyemîn çareserî ye. Çareseriya li Rojhilata Navîn rêya sêyemîn e. Yên tecridê dimeşînin dibêjin mafê DAIŞ'ê heye, lê mafê Kurdan tune.

GUVEN: BIJÎ BIRATIYA GELAN

Piştî axaftinan Leyla Guven bi weşana zindî tevlî mîtîngê bû. Guven di warê axaftinê de ditengijî. Guven got ku “Ez bi berxwedana zindana Amedê we hemûyan silav dikim. Ez hezkirina xwe ji we re dişînim. Baş e ku hûn hene, bijî biratiya gelan.”