ROJEVA 3'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Sibata 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Sibata 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê Yuksel Koç doh ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn nexweşxaneyê û ji nû ve li cihê çalakiyê vegeriya bû. Dr. Fahrettîn Gulşen ku rewşa çalakgeran li cih dişopînin, agahî da.
- Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevserokatiya Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen got, "Civaka Tirkiyeyê daxwaza guhertinê dike û HDP vê daxwazê rast fêhm dike. Bêyî bikeve nava hesabên biçûk, bi fedakariyê hewl dide bersivê bide vê daxwaza civakî."
- Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Hannoverê Herbet Schmalstîeg nerazîbûn nîşanî cezakirina Kişanak Tûncel da. Schmalstîeg xwest, Kişanak, Tûncel û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hemû bên berdan.
- Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Şirnexê Nûrcan Alturk got, ji bo Şirnex ji zalim û kiryarên wan bê paqijkirin gelê Şirnexê wê biçe ser sindoqan û bersiva pêwîst bide.
- Suleyman Şavlûk ê HDP'yî ku ji bo Silopiyayê bûye namzet, diyar kir ku dema di hilbijartinê de bi ser ketin wê saziyên ji aliyê qeyûm ve hatine girtin yek bi yek vekin û hîn xurtir bikin.
- Li navçeya Saray a Wanê, HDP'ê di hilbijartinên giştî yên 2018'an de 80 ji sedî yê dengan wergirtibû. Ji ber talana bi destê qeyûm, tê payin ku HDP vê carê 90 ji sedî yê dengan werbigire.