Li Nantes û Marsîlyayê bîranîna şehîdan

Li bajarê Nantes û Marsîlyayê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.

Çekdar Rêdûr ê li Dêra Zorê şehîd bû, li bajarê Nantes ê Fransayê hate bîranîn.

Mazlûm Çîmen (Çekdar Rêdûr), 17'ê Çileyê li Dêra Zorê di pêngava dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bûbû.

Merasîma bîranînê ya li Nantesê bi beşdariya hezar kesî pêk hat. Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş jî tevlî bîranînê bû.

Aktaş piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û diyar kir, gelê Kurd bi dayina berdêlên giran li zindanan, li çiyê û li her qada jiyanê xwe gihandine vê rojê.

Aktaş bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û banga xwedîderketinê kir.

Bi navê malbata Çekdar Rêdûr jî axaftina hate kirin û hate gotin, divê xwedî li têkoşîn û mîrateya şehîdan bê derketin.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyon hate nîşandan, dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn û mewlûd hate xwendin.

MARSÎLYA

Gerîlayê HPG'ê Rojhat Gûevera (Ozgur Ûçûcû) yê li Dersimê şehîd bû, li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate bîranîn.

Di merasîmê de ku gelek kes amade bûn, Kemal Guler axivî û got, "Wezîfeya me ye ku em têkoşîna şehîdan bidomînin."

Birayê şehîd Rojhat Ozkan Ûçûcû piştre axivî.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşman qediya.