Li Limassolê bîranîna şehîdan

Li Navenda Çanda Kurd a Theofilosê ya li bajarê Limassol ê Qibrisê, Şehîd Xemgîn Setkar (Abdullah Temel) hate bîranîn.

Ji malbata Temel Pîroze Temel, pismamê wî Suleyman Temel û Fatma Jîrkî, her wiha ji Navenda Çanda Kurd a Theofilosê Kamîl Akalin ji bo bîranîna şehîdan axivîn.

Fatma Jîrkî bi navê malbata Temel axivî û got, "Gundê me Setkar ê li Elkê li navenda yekbûna çar aliyên Kurdistanê ye. Heta niha nehişt ku dijmin li wê herêmê serdest be. Di şerê Başûr ê sala 1976'an û Komkujiya Helebçeyê ya sala 1988'an de bi hezaran zarokên Botanê li dijî Saddam şer kirin û xwedî li gelê Başûr derketin. Partiyên mezin ên Başûr di serî de YNK û PDK divê destûrê nedin dagirkeriya dewleta Tirk. Ji bo yekîtiya Kurdan divê bikevin nava liv Û tevgerê û têbikoşin."

Di civîna bîranînê de sînevîzyonek der barê kekê Temel şehîd Yûsûf Temel, ji şehîdên Efrînê şehîd Mervan Merdîn û Sema Yuce hate nîşandan.

Civîna bîranînê bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.