Li Edeneyê terora dewletê: 7 jê zarok 35 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li 4 bajaran ku navenda wê Edeneye bi ser gelek malên HDP’yiyan de girtin û herî kêm 35 kes destgîrkirin.

Li 4 bajaran li dijî HDP’ê operasyon qirkirina siyasî pêk hat. Di operasyonên ku navenda wê Edene bû, li Nîgde, Entalya û Mêrdînê herî kêm 35 kes hatin destgîrkirin.

Di operasyonên li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Bajarê Edeneyê herî kêm 35 kes hatin destgîrkirin ku di nava wan de 7 zarok in.

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê derbarê kesên hatine destgîrkirin de heta  24 saetan hevdîtina bi parêzeran re sînordar kir.

Navên hinek kesên ku li Şaxê Siyasî ya Miduryeta Emniyetê ya Bajêr ku karên wan didomin wiha ne;

Rêveberên HDP’ê yên Edene Halît Şaşmaz û Bayram EktÎren, Bûrhan Erol, Pinar bozan, Helbest Cacel Olgaç, Muhammed Enes Sezgîn, Ahmet Ay, Şahîn Ayrîç, CigerxwÎn Guven, Serhat Demîr, Yasîn Çigdem, MelÎke Yeşîl, Saadet Çelîk, Berfîn Dogan, SalÎh Fîlîztek, Mîhrîban Kiliç, Dogûş Kanter, Necla Okûdûcû, Bariş Aydin, Botan û Amed ên ku paşnavê wan nehate zanîn.