Li Edeneyê gelek ciwanên HDP'î hatin destgîrkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî de ku navenda wê Edene bû û li çar bajaran hate meşandin, gelek kesên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Edeneyê hatin destgîrkirin.

Li Edene, Antalya, Nîgde û Mêrdînê li dijî 35 navnîşanên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Edeneyê serdegirtin hatin kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê tê meşandin, deriyên malên endamên HDP'ê hatin şewitandin û lêgerîn li wan hate kirin.

Di dema serdegirtinê de gelek malzemeyên dijîtal hatin desteserkirin. Gelek kesên hatin destgîrkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Şaxê Siyasî yê Midûriyeta Emniyetê.

Li gorî agahiyan, serdozgeriya Tirk bi îdîaya "endametiya rêxistinê" der barê 35 kesan lêpirsîn vekir.

Ji kesên hatin destgîrkirin navê kesên hatine tespîtkirin: Burhan Erol, Pınar Bozan, Melike Yeşil, Doğuş Kanter, Barış Aydın, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê  Halit Şaşmaz.