ROJEVA 17'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Hezîrana 2019'an.

- Eşkere bû ku Şaredarê Bedlîsê yê AKP'î beriya ku tabelayên Kurdî deyne xwarê gorên nivîskarê Şerefnameyê Şerefxanê Bedlîsî û malbata wî hatine xerakirin.

- Ekolojîst Guner Yanliç bang li hikumetê kir ku dest ji şewitandina daristanan a bi hinceta 'ewlekariyê' berde û di mijara vemirandinan şewatê de jî tedbîran werbigire.

- Di salên Şerê Dinyayê yê Duyemîn de ji bo bîranîna sê penaberên ku Swêdê ji bo mirinê ber bi Elmanya Nazî ve şandibû li sê taxên Stockholmê sê 'Kevirên Hilkumandinê' hatin danîn.

- Berdevkê Şêx Meqsûdê ya Kongreya Star Hesan diyar kir, divê ji zîhniyeta serdest a mêr û dewletan li hêviya tiştekî nemînin û got, "Em hêzê ji xwe û berxwedana xwe werbigirin û jinê xurt bikin."

- Ji bo 15'emîn Festîvala Jinan a Zîlan ku wê 22'ê Hezîranê li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê pêk were CENÎ banga tevlîbûnê kir.

- Endama KJK'ê Rojda Sîwerek, Sema Yuce ya ku 17'ê Hezîrana 1998'an şehîd bû bi bîr anî û got, "Çalakiya Sema Yuce bandoreke mezin li gel kir. Em jî li ser şopa hevrê Sema ne."