'HDP wê careke din bi AKP'ê bide windakirin'

Hevberdevkê Herêma 1'emîn a HDK'ê Koray Turkay got, stratejiya HDP'ê rast e û wê li Stenbolê careke din bi AKP'ê bidin windakirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartinên 31'ê Adarê de li Stenbolê namzet nîşan neda û kir ku tifaqa AKP-MHP'ê têk biçe. HDP di vê hilbijartinê de jî heman stratejiyê didomîne û bi vê armancê li navçeyên Stenbolê hemûyan dest bi karê hilbijartinê kir. Civînên gel ku Hevserokên HDP'ê bi xwe jî tevlî dibin wê heta roja dawî bidomin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Herêma 1'emîn Koray Turkay der barê xebat û stratejiya HDP'ê de ji ANF'ê re axivî.

DARBE LI ENCAMÊN HILBIJARTINÊ HATE KIRIN

Turkay diyar kir, ji ber ku AKP'ê xwe li têkçûnê ranegirt YSK'ê 6'ê Gulanê biryar da û destnîşan kir, biryara YSK'ê darbeyek li encamên hilbijartinê ye. Turkay anî ziman, bi vî rengî hewl hate dayin ku bi destê YSK'ê îradeya gel bê xespkirin.

Turkan anî ziman, li dijî vê yekê eniyeke edalet û demokrasiyê ava bû û got, "Aktorê herî girîng ê vê bloka demokrasiyê bêguman HDP ye. Têkoşîna ku ji bo demokrasiyê meşandiye û berdêlên di wê oxirê de daye ne cihê nîqaşê ye."

SIYASETA MÎNAK A HDP'Ê

Turkay diyar kir, meseleya xespê gelekî hatiye serê HDP'ê û got, "Me dît ku şaredariyên li Kurdistanê bi îradeya gel hatin hilbijartin ji aliyê AKP'ê ve bi rêya darbeyê hate xespkirin. Bêguman li bajarên rojavayê welêt ji ber ku tecrûbeyeke wiha tine bû, pê nedihesiya. Bêhiqûqiya li HDP'ê dihate kirin hate serê CHP, IYI Partî û Partiya Saadetê. HDP di vê mijarê de siyaseteke mînak nîşan dide ku li dijî xespê divê têkoşîneke çawa bê meşandin."

HDP'Ê AKP TÊK BIR

Turkay stratejiya HDP'ê ya niha jî rast dît ku namzet nîşan neda û got, "Di mijara tengavkirina AKP û MHP'ê de aktorê herî girîng HDP ye. Di mijara dernexistina namzet de qanihkirina hilbijêrên xwe meseleyeke zehmet bû, lê belê hilbijêrên Kurd bêteredût li Stenbol, Mersîn, Antalya, Edene û Amedê AKP-MHP têk birin. Lewma dikarim bêjim ku bi motîvasyoneke mezin tevlî hilbijartinên 23'ê Hezîranê dibin."