Weqfa jinan ji bo zarokan aktîvîteya firfirokan pêk anî

Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî û Wexfa Hêlîn li bajarê Den Haag a Hollandayê ji bo zarokan duyemîn aktivîteya firfirokan li dar xistin.

Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî û Weqfa Hêlîn di bin diruşmeya "Ji bo xewn û xeyalên Alan em firfirokan bifirînin" duh duyemîn aktivîteya firfirokan ji bo biranîna Alan li dar xistin.

Aktivîte saet 12.00 an li navenda civaka demokratîk li bajarê Den Haagê dest pê kir.

Di destpêk de zarokan firfirokan reng kirin û piştre bi otobusê çûn ber deryayê.

Li wê derê zarokan firfirokên xwe firandin.

Di vê navberê de li navenda civaka demokratîk lîstokên cûda cûda û xwarin ji bo zarokan dihate amade kirin.

Zarok saet 16.00 vegeriyan navendê û tevlî beşên cûda yên lîstokan bûn.