Îsraîlê bi gotina ‘agirbest hate binpêkirin’, fermana bersivdayînê da
Îsraîlê diyar kir ku Îranê êrîşa bi fuze pêk anî û agirbest “binpê” kir û ferman da ku bersiva êrîşa Îranê bê dayîn.
Îsraîlê diyar kir ku Îranê êrîşa bi fuze pêk anî û agirbest “binpê” kir û ferman da ku bersiva êrîşa Îranê bê dayîn.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî êrîşa bi fuzeyê ya Îranê, li gelek herêmên bakurê welêt alarm hate dayîn.
Beriya vê demek kurt Îsraîlê ragihandibû ku agirbesta Serokê DYE’yê Donald Trump qebûl kiriye, lê belê Îranê ev yek erê nekiriye.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz roja sêşemê diyar kir ku Îranê agirbesta bi Îsraîlê re “binpê kiriye” û ragihand ku ferman da artêşa Îsraîlê ku bersiveke tund bidin.