Temellî: Bi têkoşîna hevpar em dikarin bloka faşîst têk bibin!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, "Rêya têkbirina bloka faşîst, têkoşîna hevpar a li dijî desthilatdariyê ye."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Komeleya Çandê ya Samatyayê ya li navçeya Fatîh a Stenbolê bi parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) re li taştê li hev kom bû.

Temellî ji hiqûqnasan xwest ku bi taybetî di pêvajoyên hilbijartinê de bi rola xwe tevbigerin û got, "Bi keda we hem 24'ê Hezîranê hem jî 31'ê Adarê di hilbijartinê de me karekî baş kir. Kêm jî be me karên ne li rê asteng kir. Ne pêkan e ku bi temamî ji holê bê rakirin, mesela li Şirnexê hûn çi bikin jî di hilbijartinê de nikarin bi ser bikevin ji ber ku ew dever veguherandine garnîzonayê. Em girîng dibînin ku bi ser vê bêhiqûqiyê ve diçin. Ev yek jî bi saya we dibe.

Bi grevên birçîbûnê re dibe ku serdema herî girîng a dîroka Tirkiyeyê derbas bû. Krîtîk û girîng bû. Bi saya berxwedanê dengê Ocalan hate bihîstin. Mûxatabê herî krîtîk e û rola wî girîng e. Bi tecrîda mutleq bêhiqûqiya herî giran lê hatiye kirin. Li Tirkiyeyê bêhiqûqiyê rê li ber bandora domîno vekiriye. Li kuştina jin û kedkaran binerin; her devera Tirkiyeyê kirine goristan.

Di nava 25 salan de rewşa bajar û dîrokî ya Stenbolê ji holê rakirin. Dema ku balafirgeha sêyemîn ava kirin daristanên bakur tine kirin. Desthilatdariya heyî bi bloka faşîst li ser piyan dimîne. Rêya têkbirina bloka faşîst jî têkoşîna hevpar a li dijî desthilatdariyê ye."