OHD’ê nerazîbûn nîşanî astengkirina tahliyeya Arkaş da
OHD’ê nerazîbûn nîşanî astengkirina tahliyeya Çetîn Arkaş ê ku zêdeyî 33 sal in girtî ye, da.
OHD’ê nerazîbûn nîşanî astengkirina tahliyeya Çetîn Arkaş ê ku zêdeyî 33 sal in girtî ye, da.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî Çetîn Arkaş ku zêdetirî 33 sal in di girtîgehê de tê ragirtin û astengkirina tehliyeya wî ya ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve, li avahiya xwe ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Êşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye” hat hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla endama Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Bêrîvan Bekçî ve hate xwendin.
Bêrîvan Bekçî, da zanîn ku Çetîn Arkaş ji sala 1992’yan heta niha girtî ye û ji 26’ê Kanûna 2015’an heta niha li Girtîgeha Marmarayê di statuya hikûmxwarê muebbedê tê ragirtin. Bêrîvan Bekçî, got ku diviyabû Arkaş di 16’ê Hezîranê de bihata berdan û got: “Lê birêz Çetîn Arkaş dîsa bi biryareke derhiqûqî ji azadiya xwe bêpar hate hiştin. Divê ev biryara ku hêj pêvajoya îtîrazê didome, tavilê bê betalkirin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Marmarayê, di biryara xwe ya 16’ê Hezîrana 2025’an de dayî lê rojek piştre teblîxkirî de, gotiye ku birêz Arkaş başhal e, puana wî ya nirxandinê 41,5 e lêbelê ji ber îdiayên ‘nehatiye hevdîtinê’, ‘zimanê rêxistinê bi kar aniye’ û ‘di nêzikatiyên wî de gotinên manîpulatîf hene’ tehliyeya wî ji bo 3 mehan asteng kiriye. Ev biryar, biryareke subjektîf, derhiqûqî û nerewa ye.”
Bi domdarî Bêrîvan Bekçî got ku nexweşiyên Arkaş ên weke guatrê û yên dil hene û bi xetereya binpêkirina mafê jiyanê re rû bi rû ye. Bêrîvan Bekçî, xwest ku Arkaş tavilê were berdan.
Parêzer Rezan Sarica jî got ku sepanên lijneyê sepanên keyfî ne. Sarica, diyar kir ku nexweşiyên Arkaş ên cidî hene û got: “Ma ji bo ji girtîgehê derkevin divê bimirin? Ewqas pirsgirêkên tenduristiyê dijî lê nayê berdan. Gelo ma ev pêvajo bi van biryarên keyfî yên lijneyan dikare were domandin? Ev nêzikatî û polîtîkaye, li dijî pêvajoya heyî ne. Ev polîtîka û nêzikatî, li dijî pêşeroja hevpar in. Em dixwazin ev biryare tavilê bên bidawîkirin û Arkaş were berdan.”