20 saliya KNK'ê li Stockholmê hate pîrozkirin

20 saliya damezrandina KNK'ê li paytexta Swêd Stockholmê bi resepsiyonekê hate pîrozkirin.

Resepsiyon bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Li ser navê Komîteya KNK’ê li Swêd Ehmed Karamûs xêrhatina mêvanan kir û got: "Her wek hûn dizanin, însiyatîf û destpêka damezrandina xebata KNK’ê li ser esasê israra Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan bû. Di wê demê de birêz Ocalan digot: 'Me gelek caran derfetên pir mezin ji dest daye. Lê sedemên ji dest dayîna wan derfetan ji ber nebûna saziyeke neteweyî tune bû'. Li ser wê israra birêz Ocalan KNK hat damezrandin û heya bi roja îro hat."

Karamûs da zanîn: "Yek ji biryar û xeyala me ew bû ku KNK weke rêxistineke Kurdistanî di NY (Neteweyên Yekbûyî) de temsîliyeta xwe hebe, lê mixabin ji ber xwe nedana ber a hin layenan ev yek pêk nehatiye! Lê hewildan û xebatên me yên ji bo vê mijara girîng berdewame."

Li ser navê Konseya rêvebir a KNK’ê Şehla Hafîd jî axivî. Hefîd got, "Eger îro li her çar beşên kurdistanê derfetên Kurdan derketine, bêguman di qada dîplomasî de rola KNK’ê rolek girîng û diyarker e." Hefîdî da zanîn, "Her ji roja ku KNK hatiye damezrandin û heya bi vê kêliyê, rola KNK ew e ku tevayî rêxistin û tevgerên siyasî civakî yên li her çar beşên Kurdistanê, hewl dide ku di bin yek sîwanî de kom bike û yekitiyeke neteweyî ava bike. Ji her demê bêhtir îro xeterî û zilma dijminên gelê Kurd li ser her çar parçeyên Kurdistanê heye. Ji ber vê jî, ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekitiyeke neteweyî ya xurt heye." Hefîd her wiha got, "Îro gelek destketên Kurdan hene, bes ji ber xwe teslîmkirina hin layenên kurd, îro ew derfetên destketî jî di bin xeteriyeke mezin dane."

Di berdewamiya resepsiyên de helbestvanê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Hîwa Zekeryayî çend helbestên xwe xwendin.

Li pey helbestan, Hevserokê KNK'ê Rêbwar Reşîd li ser girîngî û şêwazê kar û xebatên KNK axaftin kir û agahî da beşdaran. Reşîd got, "Xewna gelê Kurd vedigere beriya hezaran salan. Gelek ji me, me xeyal û hestên xwe bi helbestên helbestvanên klasîkên Kurdî ji bo yekgirtina neteweyî xemilandiye. Kongreya Netewî ya Kurdistanê, berhema tevayî têkoşer û berxwedêrên Kurdistanê ye." Reşîd got, "KNK bi damezrandina xwe re siyaset û rêziknameya xwe heye, bi fakt mezintirîn rêxistina civakî ya Kurdistanê ye. Nêzî 48 partiyên siyasî û rêxistinên siyasî endamên KNK’ê û  her wiha 22 saziyên civakî endamtî tê de dikin. Nêzî 288 kes jî endamên xweserin (takekes-şahsi)  û bi hezaran kesên ku dixwazin bibin endam îro hene."

Reşîd diyar kir, "Erka me ya sereke ya îro ew e ku: em gelê Kurdistanê li himber sîstema kolonyalîzm û dagirkerî hişyar bikin, hest û têgeha netewî ji di nava gelê kurd de bilind bikin. Di tevayî hevdîtin, dîplomasî û karên xwe de me tenê behsa pirs û rêçareserî ji bo pirsgirêka Kurd kiriye. Me tu car yeklayen an yekrêxitin nedaye pêş. Em bi hêvî ne ku rojek were û kongreya neteweyî ya Kurdistanê weke parlemena bilind a Kurdistanê li ser proje û paşeroja welatê me bi tevayî pêk hate, ol, bawerî û her rengê gelê me kar bike."

Resepsiyana ku nêzî 2 seetan domand, bi pirs û bersivan dawî bû.