HDP: ETHA bi zextan ji ya xwe nayê xwarê

HDP li dijî destgîrkirina xebatkarên ETHA'yê daxuyanî da û got, ''Nûçegihanên ETHA'yê, li gel hemû gefxwarinan jî ji pîşeya xwe nehatina xwarê''.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê ji Çapemenî û Propagandayê Berpirs Azad Bariş, têkilî destgîrkirina xebatkarên ETHA'yê daxuyaniyek da.

'DEMILDEST DIVÊ WERIN BERDAN'

Di daxuyaniyê de hate gotin careke dî diyar bû ku hikûmeta AKP'ê li bara çapemeniya azad çavnebar e û hate diyarkirin, nûçegihanên ETHA'yê li Pirsûsê, di çalakiyên Dayikên Şemiyê de, li korîdorên edliyeyan, li Kurdistanê, li febrîka, înşeatan, li hemû deverên ku çapemeniya alîgirê desthilatê xwe kerr û kor dikin ji pîşeyên xwe nehatine xwarê.
Bi berdewamî hate gotin nûçegihanên ku hatine destgîrkiin Wekîlê Serokê ESP'ê Şahîn Tumuklu, Endama Desteya Rêveberiya Navendî Ezgî Baheçeçî, endamên ESP'ê demildest werin berdan.

'