ROJEVA 18'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Hezîrana 2019'an.

- Hevberdevkê Herêma 1'emîn a HDK'ê Koray Turkay got, stratejiya HDP'ê rast e û wê li Stenbolê careke din bi AKP'ê bidin windakirin.

- Tê texmînkirin ku germahiya global wê sala 2050'î jiyana li dinyayê ser û bin bike. Pispor der barê vê yekê de dibêjin, 'senaryoya herî xerab' zû ya jî dereng wê pêk were.

- Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê di hefteya 365'an de ye.

- Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, nifûsa dinyayê wê heta sala 2050'î bi 2 milyar mirovî zêde bibe. Tê gotin, zêdeyî nîvê zêdebûna nifûsê wê li neh welatan pêk were.