Olûç: AKP zîhniyeta 'bicehimin' didomîne

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç got, "Di navbera zîhniyeta 'bicehimin biçin' a 31'ê Adarê û 'em ê rojhilatê Firatê paqij bikin' de cudahî nîne."

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç gefên namzetê AKP'ê yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim nirxand, ku di qenaleke televîzyonê de li Kurdan xwar.

Bînalî Yildirim di bernameya televîzyonê de ku tevî hevrikê xwe namzetê CHP'ê Ekrem Îmamoglû hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê nirxand, yekser gef li Rojavayê Kurdistanê xwar û got ku wê rojhilatê Firatê paqij bikin û Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê li wir bi cih bikin.

Olûç diyar kir ku Yildirim qala plana xwe ya dagirkirina herêmên Kurdan kiriye û got, "Hûn ji bo xizmetê ji gelê Stenbolê re bikin bûn namzet, lê hûn qala paqijkirina rojhilatê Firatê dikin."

Olûç pirsa "Gelo bi du gotinan ji we heye ku hûn ê hilbijêrên Kurd bixapînin?" li Yildirim kir û got, "Di navbera zîhniyeta 'bicehimin biçin' a 31'ê Adarê û gotina 'Em ê rojhilatê Firatê paqij bikin' de ti cudahî nîne. Hûn dixwazin paqijiya etnîkî bikin. Hilbijêrên Kurd ev yek bihîst."