Li Freiburgê tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna şehîdan

Li bajarê Freiburgê bi beşdariya 13 tîmên futbolê tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê pêk hat.

Komîsyona Ciwanan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freiburgê tûrnûvaya futbolê pêk anî û ji Freiburg û derdora wê 13 tîmên futbolê tevlî tûrnûvayê bûn.

Endamê komîsyona ciwanan destpêka tûrnûvayê axivî û diyar kir ku armanca wan ji tûrnûvayê bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ye. Her wiha diyar kir, "Em ê li her qada jiyanê hewl bidin hêjayî wan bin. Bi vê çalakiyê re jî em dixwazin têkiliyên xwe yên civakî û çandî xurt bikin. Ev yek ne tenê pêşbirkeke sporê ye, her wiha xurtkirina têkiliya navbera ciwanên me ye. Em li bendê ne ku ciwanên me ji niha û pê ve jî di çalakiyên heman rengî de li hev bicivin."

Piştre tûrnûvaya futbolê dest pê kir. Di encamê de tîma Serhildan bû yekemîn, Miami Kollnau bû duyemîn û tîma Botan jî bû sêyemîn. Ji bo tîma Şengalê jî xelata centilmeniyê hate dayin.