Li Monchengladbachê tûrnûvaya bîranîna şehîdên meha Gulanê

Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Monchengladbach ê Elmanyayê Festîvala Çand û Sporê pêk anî. Di tûrnûvaya futbolê de tîma Azadî Wuppertal bi ser ket.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a NRW'ê li bajarê Monchengladbach ê Elmanyayê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê Festîvala Çand û Sporê pêk anîn. Tevî bi sedan Kurdistaniyan her wiha gelek enternasyonalîst û Elman jî tevlî festîvalê bûn.

Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Andok Tolhildan axivî û ji bo pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li ciwanên Kurd hemûyan kir ku têbikoşin.

Piştî axaftina destpêkê koroya zarokan derkete ser dikê. Di festîvalê de Hozan Kawa, Hozan Lokman û Hozan Şemdîn hunera xwe pêşkêş kirin. Kurdistaniyan û enternasyonalîstan li ber stranan govend gerandin.

Ji bo zarokan jî qadeke taybet li festîvalê hate amadekirin û zarok bi lîstikên cihêreng kêfxweş bûn.

Di tûrnûvaya futbolê de tîmên bi navê Welatê Roja, Azadî Wuppertal, Enzigspor Velbert, Rojava Bonn, Welatê Roj Monchengladbach, Hevalspor 1 Euskirchen, Hevalspor 2 Euskirchen, Ozgur Gençlîk Gummersbach, Mezopotamya Essen, Azadî Attendorn û Amed Spor ji bo serketinê lîstin.

Maçên futbolê bi du koman pêk hatin. Tîmên Mezopotamya Essen û Azadî Wuppertal bi ser ketin û bûn fînalîst.

Di dawiyê de jî tîma Azadî Wuppertal bi ser ket. Xelata Fair Playê jî ji Amed Sporê re hate dayin.