Li Fransayê ji ber zîpikê kesek mir

Li Fransayê dawiya hefteyê ji ber zîpikê kesek mir û xisareke madî rû da. Hikumetê rewşa afetê ya xwezayî ragihand.

Li rojhilatê Fransayê zîpikê bi dijwarî bariya. Ji ber baran û zîpikê li kampekê dar qelibî û tûrîstekî Elman ê 51 salî jiyana xwe ji dest da. Her wiha xisareke mezin li çandiniyê bû, camên avahiyan û wesayitan şikestin.

Li bajarê Romans-sur-Isere'yê 15 deqeyan bi rengekî nedîtî zîpikê da. Zîpika ku bi qasî gogeke tenîsê mezin bû rê li ber xisarê vekir.

Cotkarekî komuna Pont-de-L'Isere ji medya Fransayê re got, "Bi rastî jî ji me hebû ku dawî li dinyayê hatiye."