Temellî: 23'yê Hezîranê em ê pirtir biçin ser sendoqê

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, hilbijêrên HDP'ê li dijî faşîzmê 23'yê Hezîranê wê zêdetir biçin ser sendoqê.

Stenbolî 23'yê Hezîranê, ji ber ku hilbijartina 31'ê Adarê bi darbeya AKP'ê ya bi destê YSK'ê (saziya biryardar a hilbijartinê ya Tirkiyê), ji bo hilbijartina Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê wê dîsa biçin ser sendoqê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî piştî biryara betalkirina hilbijartina 31'ê Adarê diyar kir ew ê di hilbijartina 23'yê Hezîranê de jî dengê stratejîk bi kar bînin û dengê xwe bidin namzetê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îimamoglu.

Me têkilî helwesta partiya wan a li ser hilbijartina Stenbolê pirsên xwe ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî kirin.

'BI STENBOLÊ RE NE SÎNORDAR E'

Ji bo çi hilbijartina Stenbolê ji bo HDP'ê girîng e?

Beriya her tiştî li Tirkiyê krîzeke giran a demokrasiyê heye. Yek ji sedema sereke ya vê krîzê nebûna şiyana rêveberiyê ye. Desthilata berdest hem ji hêla aborî ve, hem ji hêla siyasî û sosyal û civakî ve nema dikare rê ve bibe. Her roja ku dibihure, ji ber vê sedema ku nema dikare rê ve bibe welêt ji krîzekê ber bi krîzeke dî ve dikişkişîne. Ji ber hindê, hilbijartina Stenbolê ne tenê bi Stenbolê re sînordar e. Ji ber hindê  em hilbijartineke  bi wî rengî dixwazin da ku li bara vê krîza nerêveberiyê refleks, helwestek were nîşandan. Hemû Tirkiye jî ev reng e. Em ji vêya re referandûma demokrasiyê dibêjin. Ango, Tirkiye yan wê bi rêya demokrasiyê biçe an jî wê mekhûm bibe ku ev desthilat welêt ber bi krîzan ve bikişkişîne. Desthilat, bi rêya Hevalbendiya Cumhurê kêferatê dike ku faşîzmê sazûmanî bike.

Dema ku mirov dêhn û bala xwe dide ser vêya, ev li bara nehiqûqiya domdirêj helwestek e. Ji bo ku vebijêrka li ser demokrasiyê were nîşandan derfet û delîveyeke zehf a girîng e. Ê min, ez ji vê nehiqûqiyê re bandora domînoyê dibêjim. Hîmê yekane ku Tirkiye bi maneya rastî naşe bibe dewleta hiqûqê, ji ber rêveberî û hişmendiya desthilatê ye. Nexasim dema ku mirov dêhn û bala xwe bide van çar salên dawî, bi destpêkirina tecrîda jidiyayî re, pergal her ku çû, ji şertên faşîzma berçav bi bayê bezê ber bi otorîterbûnê ve çû.

'TECRÎD HER KU HATE JIDANDIN DEMOKRASÎ QEDIYA'

Tecrîd, çawa terisî ser wê çarçoweya ku we tiliya xwe pê ve kirî?

Tecrîd, eva 20 salan e heye. Lê van 4 salên dawî zêdetir hate jidandin. Weke di Mitebeqata Dolmabahçayê de rakirina maseyê, dema ku mirov berê xwe bide wê dîrokê, tê dîtin ku şikestin û qutbûnek çêbûye. Bi maweya çar salan nehiqûqî her ku çû li vî welatê zêdetir bû. Di her deverê geriya, kete nav her malê..

Jixwe tabloya vê qeyûm in. Hişmendiya qeyûm qonaxa dawî ye, ya ku krîza rêveneberiyê hatiyê. Qeyûm rêbaza herî tund a rejîma wesayetê ye. Hişmendiyeke wiha ye ku hilbijartinên xwecih tine dihesibîne, hilbijêran tine dihesîne û bi tayînkirina navendî şaredariyên xwecih dike yên navendê.

Ocalan parêzerên xwe dîtin, malbata xwe jî. Piştre Bînalî Yildirim çû Amedê. Her wiha li ser Kurdî asîmîlasyonek heye. Erîşên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê heye. Dema ku mirov li van dinere, li ser hewlesta AKP'ê çi dibêjî?

Van hevdîtinan jî, hêviyek da gelên Tirkiyê, civakê. Min li hemû meydanên hilbijartinê gto; li Tirkiyê meseleya demokrasiyê heye û heke dixwazin vê çareser bikin, bêyî ku meseleya Kurd çareser bikin, ku li di nav hemû meseleyan de ye, ne pêkan e ku li ser vê babetê çareseriyekê bînin. Ne aborî û ne jî siyaset nikare wer çareserkirin. Meseleya Kurd ne meseleya Kurdan e, meseleya Rojhilata Navîn, a cîhanê ye, meseleyeke global e. Ji ber vê hindê, dema ku mesele çareser bû, li Tirkiyê li ser navê demokrasiya Tirkiyê, aştiya Rojhilata Navîn wê gavên girîng bên avêtin. Ev mesele wê çilo çareser bibe? Her tişt hatiye ceribandin. Li ser çareseriyê, pêşniyar herî rasyonel Abdullah Ocalan daye. Ocalan rêberê civakî ye. Wiha tê qebûlkirin. Her wiha muxatabê sereke ye. Heta ku mirvo muxatabê meselê tine bibîne, tecrîdê li ser deyne, hûn nikarin meselê çareser bikin.

Divê em ji van 4 salan aqilekî mezin bigirin. Ew bixwe jî dibêje. Ocalan jî dibêje; ''Ez hê jî li ser 2013'ê me''. Pêvajoya çareseriyê baş nehate rêveberin. Nebû civakî. Bi siyaseta demokratîk re neanîn rex hev. Ji ber vê, pêvajo di nav hişmendiya desthilatê de asê ma, di nav hesabên berjewendiyê, di nav nêzîktêdayina dewletê de, ya li ser meseleya Kurd, asê ma. Bi çareseriyên demkî siyaset nikare xwe hilberîne. Bi slavdayina hinan, bi gotina, Kurd parek ji kezeba me ne, nabe, ev nejidilî ye. Beriya her tiştî kêmkirina Kurdan e. Gelê Kurd, di meseleya aştiyê ya Tirkiyê de aktorê sereke yên siyasetê ne. Bi bîreweriyeke polîtîk e. Ez bang li hemû civakê dikim; werin, em li ser vê meselê wêrek bin. Gotina xwe bibêjin, rexneya xwe bînin. Lê em ji bo çareseriyê tiştekî bikin.

'LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê EM Ê PIŞTEVANÊ ÎMAMOGLU BIN'

Heke em dîsa vegerin ser hilbijartina Stenbolê, 31'ê Adarê HDP'ê namzetê xwe nedanî, niha jî nadeyne. 23'yê Hezîranê bi dijberiya AKP'ê hûn ê li pişt Ekrem Îmamoglu bin? Dibe ku hûn hevkariyê bikin?

Em li stratejiya xwe ya 31'ê Adarê rawestiyane, çikû ev stratejiya me ye. Me ev stratejî ne ji bo hilbijartinê danî, em li ser pêvajoyê vê stratejiyê datînin. Hilbijartina 23'yê Hezîranê lihevanîn e. Hilbijartinên ku dive werin dubarekirin ên Mûş, Tetwan û Melezgirê ne. Stratejiya me neguheriye. A girîng ew e bê ka em çi dikin, ên din çi dikin ne girîng e. Ê me, em ê tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin. Ji ber ku divê ev welêt nebe êsîrê ber destê faşîzmê. Ji  vî alî ve têkoşîna me domdar e. Hilbijarin rawestgehek e, ev helwesta me berê xwe daye faşîzmê. Ji bo şikandina faşîzma AKP-MHP'ê em ê destekê bidin Îmamoglu. 31'ê Adarê me ev kir, 23'yê Hezîranê jî em ê vê bikin. Ev namzet wiha ye, ev gotinên wiha ne mijara me ye. Bala me li ser paşxistina faşîzmê ye. Ji ber ku faşîzm xwe li ser dijminatiya Kurdan ava dike. Ji bo ku em jê re bibêjin, rawest e, divê em li dij rawestin. Em vê hilbijartinê wiha dibînin.

Hûn dikarin hilbijêrên dudilî qanih bikin?

Rêxistinên me yên navçeyan xebateke baş dikin. 31'ê Adarê piraniya hilbijêrên HDP'ê çûne ser sendoqê. Ev ê 23'yê Hezîranê zêdetir bibe. Hilbijêrên me yên dudilî jî wê biçin ser sendoqê.