Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de, rakirin nexweşxaneyê
Enver Yanik ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Kiriklarê tê ragirtin, 22 roj in di greva birçîbûnê de ye û nexweşê Wernicke-Korsakoff ê ye. Rewşa Yanik giran bû û rakirin nexweşxaneyê.
Enver Yanik ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Kiriklarê tê ragirtin, 22 roj in di greva birçîbûnê de ye û nexweşê Wernicke-Korsakoff ê ye. Rewşa Yanik giran bû û rakirin nexweşxaneyê.
Enver Yanik ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Kiriklarê tê ragirtin, ji bo darizandineke adilane, mafê tenduristiyê, tehliyekirina girtiyên nexweş, girtina girtîgehên ewlehiya bilind û rakirina tecrîdê 22 roj e di greva birçîbûnê de ye. Yanik ku nexweşê Wernicke-Korsakoffê ye, rewşa wî giran bû û rakirin Nexxweşxaneya Bajar a Îzmîrê. Têkildarî rewşa Yanik bi malbata wî re agahî nehatin parvekirin. Malbat, ji bo agahiyan bigire di nava hewldanan de ye.
Enver, tevî gelek nexweşiyan jî nayê berdan.
ENVER YANIK KÎ YE?
Yanik, di sala 1996’an de li Girtîgeha Ûlûcanlarê 69 rojan kete rojiya mirinê û piştre sendroma Wernicke Korsakoff lê peyda bû. Yanik, di 29’ê Îlona 1999’an di êrişên li dijî girtîgehan de bi giranî birîndar bû, piştî gelek operasyonan, hestiyê zenda wî ya rastê şikiya û 8 platîn xistin zenda wî. Di 19’ê Kanûnê ya sala 2000’an de di êrişa “Vegera bo jiyanê” ya li dijî girtîgehan de, li Girtîgeha Sincan Tîpa F’ê de wî xistin hucreyê. Ji ber ku tedawiya Yanik nehat kirin, enfeksiyon di hestiyên Yanik da çêbû û di çogên wî de romatizma çêbû. Yanik, di sala 2003’yan de ji ber tenduristiyê ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve hate tehliyekirin, lêbelê rexmê nexweşiyên wî di 2005’an de dîsa hate girtin. Der barê Yanik de, ji ber îfadeya şahidên veşarî cezaya muebbeta giran û 22 sal û 6 meh ceza lê hate birîn. Yanik, piştî 5 salan hate berdan, piştî Dadgeha Bilind ceza erêkir di 7 Cotmeha 2024’an de dîsa hate girtin.
Yanik, ji ber sendroma Wernicke Korsakoff nexweşiya jibîrkirinê, hesasiyeta li dijî deng, dorsal kifoz, lomber artroz, hîpersansiyon, şekir, kolestrol, di gurçika rastê de kîs, prostat û gelek nexewşiyên wî yên giran hene.