Partiya Maoîst Komunîst: Em li dijî dagirkeriyê derkevin!

Buroya Siyasî-Komîteya Navendî ya Partiya Maoîst Komunîst (MKP) li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bang kir ku piştgiriya bi neteweya Kurd re bê xurtkirin.

Buroya Siyasî-Komîteya Navendî ya MKP'ê daxuyaniyeke nivîkî weşand û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, komkujiyên ku kiriye û koçberkirina gel bi bîr xist. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi saziyên taşeron ên ji şopa TC'ê hewl didin herêmeke Kurd a asîmîlekirî biafirînin."

MKP'ê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li dijî qada Bradostê ya Başûrê Kurdistanê tên kirin û diyar kir, "Bi destê desthialtdariya faşîst a AKP-MHP'ê sîstema serdestên TC dijminatiya li Kurdan ku ji dîktatoriya Kemalîst wergirtiye, bi rengekî ne kêmî yên beriya xwe didomîne."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk hewl dide Xakurkê veguherîne baregeheke leşkerî û bi vê armancê hewl dide nêzî 500 gundan vala bike û herêmê bêmirov bihêle.

MKP'ê destnîşan kir ku êrîşa dagirkeriyê li dijî mafên serweriyê û destketiyên Kurdan tê kirin û diyar kir, têkoşîna neteweya Kurd a li dijî êrîşan û berxwedana wan a destanî rewa ye û divê xwedî lê bê derketin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, wezîfeya şênber a şoreşger û komunîstên Tirkiyeyê ew e ku piştgiriya bi netewe û tevgerên Kurd re xurt bikin, têkoşînê geş bikin û li her deverê li dijî dagirkeriyê rabin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em êrîşa dagirkeriyê ya dîktatoriya faşîst a li dijî Bradost-Xakurkê bi hêrs şermezar dikin û xwedî li berxwedana fedayî ya Tevgera Neteweya Kurd a li dijî vê dagirkeriyê derdikevin û silav dikin. Divê li her qadê xwedî li vê berxwedana mafdar û rewa bê derketin û berxwedan bê mezinkirin."