Bi ser ETHA'yê de girtin: 7 kes hatin destgîr kirin

Polîsan bi ser Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) de girtin, 7 kes desetgîr kirin. Her wiha malpera ajansê jî hate astengkirin.

Polîsên Tirk bi ser bûroya Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) de girtin. 3 saetan li bûroya ajansê geriyan.

Dema lêgerînê 7 kes hatin destgîrkirin.  Dema ku polîsan li hundir digeriyan her wiha adrêsa malperê ya ku ajans di ser re weşana xwe dikir, hate astengkirin.

Ajansê li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, edîtorên wan Îsmînaz Temel, Denîz Bakir û Serdal Işık û xebatkarê wan Mehmet Acettîn hatine destgîrkirin.

Ajansê her wiha diyar kir nûçegihanên wan Havva Çuştan, Ozancan Sari, xebatkara Weşanên Ceylanê Gulçîn Aykul jî hatine destgîrkriin.