Li Swêdê sê 'Kevirên Hilkumînê' hatin bicihkirin

Di dema Şerê Dinyayê yê Duyemîn de ji bo bîranîna sê penaberên ku Swêdê ji bo mirinê ber bi Elmanya Nazî ve şandibû li sê taxên Stockholmê sê 'Kevirên Hilkumînê' hatin danîn.

Stolperstein (Kevirê Hilkumînê) projeyeke hunermendê Elman Gunter Demning e ku ji bo bîranîna Yahûdî, Roman û mûxalîfên ji aliyê faşîzma Hîtler ve ji malên xwe hatin wergirtin û hatin kuştin, sala 1994'an dest pê kiriye. Ji bo qirkirina ku bi destê Naziyan ve hatiye kirin neyê jibîrkirin û qurbanî bên bîranîn projeyeke bi vî rengî hate amadekirin.

Kevir li ber malên qurbaniyan tên bicihkirin ku ew qurbanî herî dawî ji wê derê hatine wergirtin û li kampên komkirinê yên Naziyan hatine kuştin. Li ser lewhayeke biçûk nav û paşnavê kesê hatiye kuştin, devera lê ji dayik bûye, devera lê hatiye kuştin û nivîsa 'li vir dima' tê nivîsandin.

Ji bo bîranîna Erich Holewa û Hans Eduard Szybilzki ku ji aliyê Swêdê ve hatin dersînorkirin û li Kampa Komkirinê ya Auschwitzê hatin kuştin û Curt Moses ê sala 1939'an ji aliyê Swêdê ve hate dersînorkirin û li Rigayê ji aliyê Naziyan ve hate kuştin, li ber avahiyên li Stockholmê yên ew lê diman merasîmek pêk hat û kevir hatin bicihkirin.

Merasîma destpêkê li ber daîreyeke li avahiya bi hejmara şeşan a li meydana Kungholmstorgê pêk hat. Di vê merasîmê de Erich Holewa hate bîranîn ku sala 1938'an ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin û piştre radestî Elmanyayê hate kirin.

Midûrê Çandê ya Bajêr ê Stockholmê Jonas Naddebo di merasîmê de axivî û anî ziman ku ev hewldan ji bo wî cihê rûmetê ye û got, "Divê em qurbaniyên qirkirinê ti carî ji bîr nekin."

Biraziyê Erich Holewa Nils Holewa jî diyar kir ku bav û dayika wî piştî ku koçî Swêdê kirin dest bi jiyaneke xweş kirin, lê belê apê wî ji ber ku mafê penaberiyê jê re nehate dayin bi rengekî trajîk tevî malbata xwe hatin kuştin.

Gunter Demnig yekemîn kevirê hilkumînê yê ji bo qurbaniyên qirkirinê sala 1992'an li bajarê Koln ê Elmanyayê bi cih kir.

Di nava 27 salên derbasbûyî de li 25 welatan 82 hezar kevirên hilkumînê bi cih kir. Projeya Stolperstein (Kevirê Hilkumînê) weke projeya herî mezin a dinyayê tê dîtin ku ji bo balê bikişîne ser qurbaniyê qirkirinê pêk tê.

Demning ji ber vî karê xwe hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin.