Li Neu-Munsterê kongreya Komeleya Dostaniya Kurd-Elman

Li bajarê Neu-Munster ê Elmanyayê Komeleya Dostaniyê ya Kurd-Elman kongreya xwe ya salane pêk anî.

Kongreya Komeleya Dostaniyê ya Kurd-Elman a Neu-Munsterê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê û hilbijartina dîwanê dest pê kir.

Siyasetmedarê Kurd Îhsan Serhat li ser rewşa dawî  ya siyasî axivî û bal kişand ser bandora Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li mirovên li dîasporayê.

Her wiha got, "Mîna her tiştî azadî jî berdêleke xwe heye. Ji bo em bibin xwedî van saziyan bi hezaran ewladên me canê xwe dan. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em xwedî li bîranîn û wasiyeta wan derkevin."

Di dawiya kongreyê de hilbijartin hate kirin.