Sipri: Li dinyayê çekên nukleerî kêm in, lê hîn modern in

Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî (Sipri) ragihand, li dinyayê çekên nukleerî di nava vê salê de kêm bûne, lê yên heyî hîn modern in.

Li gorî rapora Sipri, di destê DYE, Rûsya, Qraliyeta Yekbûyî, Fransa, Çîn, Hindistan, Pakistan, Îsraîl û Koreya Bakur 13 hezar 865 çekên nukleerî hene. Ev yek nîşan dide ku hejmara çekên nukleerî li gorî sala 2018'an îsal bi 600 çekî kêm bûye.

Sipri ragihand, tevî vê yekê hêzên nukleerî çekên xwe modern dikin û diyar kir, Çîn, Hindistan û Pakistan çekên xwe yên nukleerî mezin kirine. Bi kurtasî li gorî rapora Sipri çekên nukleerî kêmtir in, lê hîn nûtir in.

Hate ragihandin, salên dawî herî zêde çekên nukleerî yên DYE û Rûsyayê kêm bûne. Di rewşa heyî de zêdeyî 90 ji sedî yên çekên nukleerî yên dinyayê di destê van her du hêzan de ne.