ROJANE
Hemû Nûçe
-
Yekîneyên Tolhildanê avahiya şirketa AKP’î şewitandin
Yekîneyên Tolhildanê agir berda avahiyeke şirketê ya li Stenbolê ku hevkarê desthilatê ye. Yekîneyê got: “Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê agirê me we bişewitîne.” -
Koordînasyona Antî-Koronayê ya Ewropayê hate avakirin
Saziyên ji Tirkiye û Kurdistanê li dijî Covîd-19’ê Koordînasyona Antî-Koronayê ya Ewropayê ava kirin. -
Adarê 29 jin hatin kuştin
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ragihand ku Adarê 29 jin hatine kuştin. -
HDP: Qanûn divê ji bo her kesî be
Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Tenduristiyê ya HDP'ê diyar kir ku kedkarên tenduristiyê yên bi biryarnameyê ji kar hatine derxistin li kar bên vegerandin û qanûna ji bo kêmkirina ceza tê derxistin, ji bo her kesî be. -
KESK: Polîtîkayên desthilatdariyê ji şewbê re çare nîne
KESK'ê diyar kir ku şewba vîrûsa koronayê herî zêde bandorê li kesên xizan dike û bal kişand ser girîngiya piştevaniya civakî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Polîtîkayên desthilatdariyê ji şewbê re çare nîne." -
DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê dest bi kampanya îmzeyan kirin
DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê bi navê "Di têkoşîna dijî şewba vîrûsa koronayê de, 7 tevdîrên ji bo parastina tenduristî, kar û xwarina gel" dest bi kampanya îmzeyan kirin. -
Karker di bin dorpêça sê alî de; dewlet, şîrket û vîrûsa koronayê
Li ser deh hezaran karkerên ku ji bêgavî li înşeatan dixebitin talokeya vîrûsa koronayê heye. Li înşeatan ti kontrol nîne, karker li deverên ne paqij dixebitin. -
OMCT: Qanûna ceza ya Tirk, cihêkariya siyasî, olî û etnîkî ye!
OMCT nerazîbûneke tund nîşanî qanûna înfazê ya dewleta Tirk da ku ji ber pandemiya Covîd-19 amade kir, lê belê girtiyên siyasî li derveyî wê dihêlin. OMCT destnîşan kir ku cihêkarî nayê qebûlkirin û hikumeta Tirk hişyar kir. -
ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Nîsana 2020'an. -
Li Artûklû û Qabilcewz pêkanîna karantîna: Kesek mir
Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê ji ber şewba Korona 14 kes hatine karantînekirin, kesek jî miriye. Li 3 tax û gundekî yê girêdayî Qabilcewz a Êlihê jî hatine karantînekirin. -
Covîd-19: Hejmara miriyan gihişte 40 hezarî
Li gel belavbûna pandemiya Covîd-19 a li gelemperiya cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine gihişte 40 hezarî. -
Li Tirkiyeyê 214 kes mirin û 13 hezar û 531 kes bi vîrûsê ketine
Hikûmeta Tirkiyeyê ragihand ku hejmara kesên ji ber şewba Covîd-19 mirin gihişte 214’an. -
Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê li dijî şewbê girtî serî hildan
Ji ber şewba Covîd-19 girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Wanê daxwaza berdanê kirin, serî hildan. Hate ragihandin ku li girtîgehê şewat derketiye. -
BOTAŞ, bi zorê ji karkeran ‘bexşîn’ distîne: Heqdest birîn!
Li tevahiya cihanê ji ber şewba Covîd-19 dewlet pere cuda dike, lê dewleta Tirk jî di bin navê bexşînê de bi zorê pereyan ji gel kom dike. -
HDP: Li şûna pêşîgirtina şewbê mirina mirovan li ber çav girtin!
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê piştî civîna bi vîdeokonferansê li dar xistû û şûnde encamnameyek ragihand. HDP’ê diyar kir ku rêveberên Tirkiyeyê li şûna pêşiya şewbê bigirin mirina mirovan da ber çavên xwe. -
30 rêxistinên Ewropî: Girtiyan berdin
30 rêxistinên Ewropayî bang li Tirkiyê kirin ku girtiyên ji ber vîrûsa Covîd-19'ê li ser jiyana wan taloke heye, werin berdan. -
Rewşa dawî ya li ser Korona
Her roja diçe hejmara kesên bi vîrûs dikevin û ji ber dimirin zêdetir dibin. Desthildata AKP-MHP’ê ya her roja diçe hejmara kesên bi vîrûsê dikevin û dimirin ti tedbîran nagire, ji derveyî daneyên fermî her kesên agahî didin destgîr dikin. -
KCD: Civak hiqûqa înfazê ya cihêkar qebûl nake
KCD diyar kir ku civak hiqûqa înfazê ya cihêkar qebûl nake û banga destekdayîna kampanyaya îmzeyan kir. -
SES: Rewşa nexweşxaneyan fikaran çêdike
SES'ê diyar kir li nexweşxaneyan li dijî hêla vîrûsa koronayê têra xwe tevdîr nehatine standin û got,''Li dijî rewşa ku fikaran çêdike divê demildest tevdîr werin standin.'' -
ÎHD: Girtiyên nexweş divê tavilê bên berdan
ÎHD'ê ragihand ku girtiyên nexweş di nava kategoriya rîskê de ne û divê tavilê bên berdan. -
KESK'ê hişyar kir: Girtî di rewşeke metirsîdar de ne!
KESK'ê hişyar kir ku jiyana girtiyan hemûyan di rewşeke metirsîdar de ye û diyar kir, desthilatdarî dixwaze şewbê ji bo xwe weke firsendekê bi kar bîne. -
Li dijî girtiyên jin ên li Baybûrtê gef û pêkanînên kêfî
Li ser girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Baybûrtê pêkanînên kêfî, gef û zext zêde bûn. -
ROJEVA 31'Ê ADARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Adara 2020'an. -
Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa Korona 168 kes mirin
Hikûmeta Tirkiyeyê ragihand ku ji ber şewba vîrûsa Korona (Covîd-19) hejmara kesên mirin derket 168’an. -
MED TUHAD-FED ji bo sererastkirina înfazê ya wekhev kampanyayek dide destpêkirin
MED TUHAD-FED a di hiqûqê de sererastkirina înfazê ya wekhev daxwaz kir, bi desteka partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û ked kampanyayeke ya îmzeyan dide destpêkirin.