Covîd-19: Hejmara miriyan gihişte 40 hezarî
Li gel belavbûna pandemiya Covîd-19 a li gelemperiya cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine gihişte 40 hezarî.
Li gel belavbûna pandemiya Covîd-19 a li gelemperiya cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine gihişte 40 hezarî.
Sêşem ji saet 20:30’î û şûnde li tevahî cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gihişte 40 hezar û 708 kesî.
zêdetirî 30 hezar kes li Ewropa mriine. Welatên herî zêde ji şewbê bandor bûne li Ewropayê Îtalya û Spanya ye. Li her du welatan her roj bi sedan kes mirine.
Li Îtalyayê 12 hezar û 428 kes, li Spanyayê jî 8 hezar û 189 kes mirine.
Li Fransayê jî 3 hezar û 523 kes mirin. 52 hezar û 128 kes jî bi vîrûsê ketine.
Li Çînê ya ku pandemî lê belav bûye bi kêmanî 3 hezar û 205 kes mirine.
Li Îranê jî 44 hezar û 605 kes bi vîrûsê ketine. 2 hezar û 898 kes jî mirine.
Li gelemperiya cîhanê 441 hezar kes bi vîrûsê ketine. Li Ewropayê jî 174 hezar û li DYE û Kanadayê jî 198 hezar kes bi vîrûsê ketine.