SES: Rewşa nexweşxaneyan fikaran çêdike

SES'ê diyar kir li nexweşxaneyan li dijî hêla vîrûsa koronayê têra xwe tevdîr nehatine standin û got,''Li dijî rewşa ku fikaran çêdike divê demildest tevdîr werin standin.''

Sendîkaya Kedkarên Tendiristiyê û Xizmetên Sosyal (SES) bi daxuyaniyekê got, ''Li 60 bajarî û li 304 nexweşxaneyan tevdîrên ji bo têkoşîna Covîd-19'ê kêm in.''

Hevseroka SES'ê Gonul Erden got di pêvajoya Covîd-19'ê de xebatkarên tendiristiyê di koma herî mezin a rîskê de ne û ji bo ku rîksa li ser xebatkarên tendiristiyê kêm bibe tevdîrên ku wê li nexweşxaneyan werin standin pir girîng in.

Erden bi berdewamî got li 17 nexweşxaneyan maskeyên N95 qet nînin, li 71 ji 100'î hene lê têrê nakin, maseya cerrahî li 68 ji 100'î jî têrê nakin, hijmara lepikan ji serê sê saizyan li yekê jî ne bes in, sîperên ber rû li 40 ji 100'î yên saziyan nînin, li 45 ji 100'î hene lê têrê nakin. Erden her wiha got berçavk 20 ji 100'î li saziyan nîne, li 68 ji 100'î saziyan têrê nakin, pêşmalk jî li 68 ji 100'î yên nexweşxaneyan têrê nakin.

Hevseroka SES'ê Gonul Erden bang li Wezareta Tendiristiyê ya Tirk kir û got divê zû giringiyê bidin parastina xebatkarên tendiristiyê, ketine ber rîskê ya kedkarên tendiristiyê ji bo tendiristiya civakê tehdîdeke mezin e, Wezareta Tendiristiyê bilez bi kedkarên tendiristiyêre û bi rêxistinên pişyeyî re têkiliyê deyne.