Adarê 29 jin hatin kuştin

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ragihand ku Adarê 29 jin hatine kuştin.

Kuştina jinan û tundiya li ser jinan Adarê jî dom kir. Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) ragihand Adarê 29 jin bi destê zilaman hatine kuştin. KCDP'ê her wiha got ji van kuştinan 9 jê bi rengê 'mirina biguman' derbasî qeydan bûye.

Platformê her wiha rapora Sibatê jî par ve kiribû û Sibatê jî 22 jin hatibûn kuştin.

Li gorî agahiya di rapora Adarê de dema bangên 'Li Malê Bimîne'', ya di navbeyna 11'ê Adarê û 31'ê Adarê de, ku ji ber talokeya vîrûsa koronayê li Tirkiyê ev bang hatibû kirin, 21 jin hatine kuştin.

Platformê got hate ku neyê tespîtkirin bê ka jin ji hêla kê ve, çima hatine kuştin, heta ku darizandina dadmend neyê kirin, gumanbar, bersûc û kujer bi cezayekî ku jêdûrker nestînin, tevdîrên pêşîlêgirt neyên standin asta tundiyê ya li ser jinan wê bidome.