ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serlêdana hevdîtinê ya ji bo Ocalan û girtiyên din hate kirin
Parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Rewşa girtiyê nexwşe Kaya giran e
Rewşa girtiyê nexweş Sebrî Kaya ê cara duyemn rakirin beşa lezgîn hê jî giran e. -
Hejmara miriyan gihişte 100 hezarî
Li tevahî cîhanê 1 milyon û 600 hezar kes bi vîrûsê ketine, hejmara miriyan jî gihişte nêzî 100 hezarî. -
HDP: Mafên karkeran ji wan tên standin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûn nîşanî pêşnûme qanûna nû ya giştî da ku di çapemeniyê de hate weşandin û diyar kir ku mafên karkeran ji wan tên standin. -
Siyasetmedar û alimê Kurd Kayran li Heîlbronnê wefat kir
Sîracettîn Kayran ku demeke dirêj di nava tevgera siyasî ya Kurd de kar kir, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê li nexweşxaneyekê jiyana xwe ji dest da. -
'Desthilatdarî wê bibe kujerê parêzeran'
Parêzer Ayşegul Çagatay serdana Ebrû Tîmtîk kir ku di rojiya mirinê de ye û got, eger daxwazên wan neyên qebûlkirin hingî desthilatdarî wê bibe kujerê parêzeran. -
ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
CDK-F û TJK-F ji bo personelên tenduristiyê dest bi kampanyayekê kir
CDK-F û TJK-F bi armanca piştevaniya bi personelên tenduristiyê ya Fransayê re bikin dest bi kampanyayê kir. Di çarçoveyê wê ji bo xebatkarên tenduristiyê xwarin û maskeyan dabîn bike. -
Girtiyê nexweş Kaya dîsa rakirin beşa lezgîn
Girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê ku ji ber krîza dil û xwîn rijiyabû li ser mejiyê wî 10 rojan li nexweşxaneya dewletê a Osmaniyê tedawî didît, ji ber rewşa wî giran bû dubare rakirin beşa lezgîn. -
Li Tirkiyeyê 42 hezar û 282 kes bi vîrûsê ketine, 908 kes jî mirine
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettîn Koca ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 98 kes mirine, 4 hezar û 56 kes jî bi vîrûsê ketine. -
Berpirsê DAÎŞ’ê yê Tirkiyê Beyancuk hate berdan
Halîs Bayuncuk ê ku di nava raya giştî de wekî Ebu Hanzala tê naskirin ku berpirsê rêxistinkirina DAÎŞ’ê ya li Tirkiyê ye hate berdan. -
Pendamiya Covîd-19: Hejmara miriyan gihişte 90 hezarî
Ji ber pandemiya Covîd-19 li tevahî cîhanê 1 milyon û 500 hezar kes bi vîrûsê ketin, hejmara miriyan gihişte 90 hezarî. -
Li Girtîgeha Şakranê pêkanînên der mirovî tên kirin
Saît Bahdir ê ji Girtîgeha Şakranê hate berdan bal kişand ser mecên xirab ên girtîgehê, diyar kir ku ji ber şewba Koronayê fêkî û zebze nedihatin dayîn. -
17 sal li ser rûxandina rejîma Beasê re derbas bû
Berî niha 17 salan desthilata Sedam Huseyîn a dîktator û xwînrijandinê ji aliyê hevpeymaniyan ve hate rûxandin lê heta niha jî li Iraqê xwînrijandin nehatiye rawestandin. -
Olûç: AKP-MHP'ê ji alîgirê xwe re efûya taybet derxist
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç got, 'guherîna înfazê' ji bo alîgiran efûya taybet e. -
MKP: Hevrêyê me Asker di qezaya kar de jiyana xwe ji dest da
Partiya Maoîst Komunîst ragihand, ku hevrêyê wan Asker Yer di qezaya kar de jiyana xwe ji dest da û sersaxî ji malbata wî re xwest. -
Li Îzmîrê girtiyê bi nexweşiya kanserê di nava lepên mirinê de hiştin
Mehmet Salîh Fîlîz ê li girtîgeha Odemîş a Îzmîrê, tevî ku nexweşê kanserê û weremê ye, li gel şewbê jî nayê dermankirin. -
'Her kesê ku îmkanên xwe heye divê tevlî vê kampanyayê bibe'
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût li ser kampanya 'Malbata xwişk û bira' ya HDP'ê axivî û got, "Em bang li her kesî dikin ku yên derfetên xwe hene ji xwe re malbateke karibe alîkariyê pê re bike bibîne." -
'Şûna nexweşên dimirin yekser tê dagirtin'
Şewba Covîd-19 li Tirkiyeyê zû belav dibe. Doktor dibêjin, şert û mercên heyî yên li hin nexweşxaneyan vê gavê îdare bikin jî ji ber ku hejmar roj bi roj zêde dibe wê kapasîteya nexweşxaneyan têrê nekin. -
'Divê Ocalan karibe yekser ji gel re biaxive'
Parêzer Serbay Koklu li ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabû û got, "Têkildarî rewşa şewbê ya li Îmraliyê û tevdîrên hatine girtin, divê Birêz Ocalan karibe yekser ji gelê Kurd û raya giştî re biaxive." -
ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Nîqaşên qanûna înfazê sibe jî didome
Roja duyemîn a nîqaşên li ser sererastkirina qanûna înfazê ya ku li Meclîsa Tirk dihate kirin, wê sibe jî bidome. -
Ji ber vîrûsa Koronayê li Tirkiyeyê 812 kes mirin
Wezîrê Tenduristî yê Tirk Fahrettîn Koca ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê ji ber şewba vîrûsa Korona ya nû 87 kes mirine. -
Agahiyên peywendîkirinê ya bi kampanyaya HDP’ê ya ‘Xwişk û Bira’ re
HDP a di pêvajoya pandemiya vîrûsa Koronayê de ‘Kampanyay Xwişk û Bira’ da destpêkirin, ji bo kesên alîkarî bidin nimareyên peywendiyan parve kir. -
Daxwaza ‘agahî û telefonê’ ya ji bo Îmraliyê hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wergirtina agahiyan û axaftina bi telefonê serlêdan kirin. Ev serlêdan hate redkirin.