Li dijî girtiyên jin ên li Baybûrtê gef û pêkanînên kêfî

Li ser girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Baybûrtê pêkanînên kêfî, gef û zext zêde bûn.

Li gorî agahiyên ji xizmên girtiyan hatin wergirtin, li girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Baybûrtê zexteke giran tê kirin.

Li girtiyên ku cezayê giran û yê muebetê li wan hatiye birîn, du sal in aktîvîteyên civakî hatine qedexekirin û li wan tê ferzkirin ku tenê derkevin qadeke vekirî ya odeyekê.

Hate ragihandin ku yên bên berdan jî beriya bên berdan dibin odeya fermandarê jendermeyan ên li girtîgehê, wan derdixînin pêşiya sê kesên nenas ên sivîl û ew kesên nenas gefa "tu yê derkeve derve, bêdeng be" li wan dixwin.

Tevî vê yekê di dema sermijartinê de heqaret li girtiyan tên kirin, girtiyên nexweş nayên dermankirin yan jî bi rengekî kelepçekirî dibin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyên xizmên girtiyan, girtiya bi navê Mulkiye Dogan tevî ku du sal in êşa wê ya diranan heye nayê dermankirin. Meryem Abî, Zeynep Erdem û Neslîhan Çetîn jî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hene, nayên dermankirin û bi derengî tên sewqkirin. Her wiha di dema birina nexweşxaneyê de destê wan bi kelepçe dikin.

Her wiha pênûsên bi reng li girtiyan hatine qedexekirin, tenê pênûsên şîn û spî didin wan. Nikarin bi Kurdî nameyan binivîsînin, dema ku gotineke bi Kurdî di nameyê de hebe name nayê şandin.

Di dema serdegirtin û lêgerînê de eşya ji hev tên belavkirin û dest datînin ser wêneyên şexsî.