BOTAŞ, bi zorê ji karkeran ‘bexşîn’ distîne: Heqdest birîn!

Li tevahiya cihanê ji ber şewba Covîd-19 dewlet pere cuda dike, lê dewleta Tirk jî di bin navê bexşînê de bi zorê pereyan ji gel kom dike.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi gotina; “Ez heqdesê xwe yê 7 mehan dirazînim” dest bi kampanya bi zorê ya bi navê ‘bexşînê’,gelê hejar mexdur dike.

Piştî vê daxuyaniyê 31’ê Adara 2020’an ji midurê giştiyê BOTAŞ’ê ji bo xebatkaran peyama, ‘Ji heqdestê Nisana 2020’an wê 200 heya 400 lireyan ji wan bibire’ rêkirin.

BOTAŞ bi tu şêweyî daxuyaniyek ne daye, xebatkarek yê BOTAŞ’ê ku navê xwe ne dayî û ANF’ê xwe gihandê, bertek nîşanî û vê kampanya ferzkirina bi zorê dan.

Karker li ser vê mijarê got; “Midurê giştî yê BOTAŞ’ê bê destûra karkeran, bi SMS yekê bang li karkeran kir. Ev nayê pejirandin. Bexşîn bê destûr nayê kirin. DYE, Fransa, Îtalya hema gelek dewletên li cihanê ji bo vê nexweşiyê pereyan cuda dike, li Tirkiyeyê jî ji gel bi zorê pere tê komkirin.”

Di peyama hatî şandin ev tê gotin: “Di çarçoveya kampanya piştgiriya netewî de ji heqdestê we yê meha Nîsana 2020’an ji xebatkarên ji derveyî çarçoveyê 400 TL, ji xebatkarên hindir jî 200 TL wê bê birin. Xebatkarên me yên ku di derbarê kampanyayê de bi xwaze zêdetir yan ji mîktarek kêmtir bexşînê bidin [email protected]....”