Karker di bin dorpêça sê alî de; dewlet, şîrket û vîrûsa koronayê
Li ser deh hezaran karkerên ku ji bêgavî li înşeatan dixebitin talokeya vîrûsa koronayê heye. Li înşeatan ti kontrol nîne, karker li deverên ne paqij dixebitin.
Li ser deh hezaran karkerên ku ji bêgavî li înşeatan dixebitin talokeya vîrûsa koronayê heye. Li înşeatan ti kontrol nîne, karker li deverên ne paqij dixebitin.
Ji ber vîrûsa koronayê ku li hemû cîhanê jiyan daye ber xwe û asteng kiriye talokeyeke mezin li ser bi sed hezaran karkerên înşeatê çêkiriye. Şertên karkerên Kurd ku li bajarên Tirkiyê li înşeat, tekstîl û li sektorên din dixebitin pir fikaran çêdike.
Hikûmeta Tirk banga 'li malê bimîne' dike, bi sedan fîrma derbasî pergala xebatê ya ofîsê bûn. Karkerên Kurd ku bi heqdesta herî kêm û bi şertên ne ewle di tatêla wê de ye ku nan bibe malê niha jî talokeya vîrûsa koronayê li ser wan heye.
Gelek kargehan dirabayên xwe anîn xwarê, li sektorên înşeat û tekstîlê kar didome. Sektorên ku bi sedan karker bi hev re xwarinê dixwin û dixebitin bêyî ku navberê bidin didomin. Li gorî îstatîstîkên Wezareta Xebatê ya Tirk li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di sektora înşeatê de 1 milyon û 200 hezar kes dixebitin.
Karkarên înşeatê ku li Stenbolê li şantiyeke înşeatê dixebitin û ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin diyar kirin ev bi mehan e dûrî welêt li Stenbolê dixebitin. Karkerekî got, ''Heke mehekê nexebitim ez ê birçî bimînim. Qadên înşeatê ne paqij û hijyenîk in. Tevdîrên ji ber vîrûsa koronayê têrê nakin. Li şantiyeyê tenê germahiya laşê mirov tê pîvand. Divê zû tevdîrên din werin standin.''
KEDA KARKERAN DIXWIN
Karkerekî ku ji bo li înşeatê bixebite û ji Wanê çûyî bajarê Adapaziriyê yê Tirkiyê û nexwestî navê xwe bibêje got karker di şertên ne hijyenîk de dixebitin û diyar kir hêla vîrûsa koronayê her gav dibe ku di karkeran bigere.
Karker got li qada înşeatê di kontrola tendiristiyê tine û got, ''Ev 2 meh in li Înşeata Cengizê ya li Adapazari dixebitim. Li vir derdora 90 kesî dixebitin.
Rapora tendiristiyê ji karkeran naxwazin, her wiha rewşa tendiristiya wan nayê kontrolkirin. Nexasim cihê ku em lê xwarinê dixwin ne paqij e. Xwarin di nav şertên ne paqij de têne hazirkirin. Xwarin li naverastê ne û tim ser wan vekiriye. Li gel ku koxuşên ku em dijîn ji bo 3 kesan e jî 10 kes lê dimînin. Ti nirxî nadin karkeran. Heke wiha bidome îhtîmal heye ku bi hezaran karkerên li van bajaran dijîn bi vîrûsê bikevin.''
Heman karkerî got li gel ku ev du meh in dixebite jî hezar lîre danê, pereyên din nedanê, ne tenê keda wî lê ya hemû karkerên Kurd tê xwarin û dema ku li dij vê derdikevin jî j kar têne avêtin.