Koordînasyona Antî-Koronayê ya Ewropayê hate avakirin

Saziyên ji Tirkiye û Kurdistanê li dijî Covîd-19’ê Koordînasyona Antî-Koronayê ya Ewropayê ava kirin.

Li hemberî koronavîrusê saziyên ji Tirkiye û Kurdistanê ji bo ku agahiyên zelal were bidestxistin, hevkarî û rêxistinkirin were xurtkirin, Koordînasyona Antî-Koronayê ya Ewropayê ava kirin. Ev koordînasyon wê ji bo pêşîlêgirtina koronavîrusê bixebite, gel agahdar bike û hevkariyê zêdetir bike.

Koordînasyona Antî-Koronayê ya Ewropayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew dixwazin hemû saziyên li Ewropayê tevlî nav koordînasyona wan bibin û got ku “Xweperestiya ku kapîtalîzmê ava kiriye, me dibe ser mirin û pergalên otorîter ,lê hevgirtin jî berê me dide jiyan û azadiyê.”

AABK, KCKD-E, SYKP, ATÎK, KKP, AvEG-Kon, TJK-E, MARDEF, ADHK, ADEF, Partiya Çepgir a Ewropayê, Partiya Şoreşger a Ewropayê di nav vê koordînasyonê de ne.